Di merasîma cenazeyên Oran û Sevîktek de banga xurtkirina berxwedanê hat kirin
Berxwedêrên Sûrê Îsa Oran û Mesût Sevîktek ên cenazeyên wan 28 rojan di destê hêzên dewleta Tirk de man, hatin oxirkirin.
ANF
AMED
în, 22 rêbendanê 2016, 14:43
Berxwedêrên Sûrê Îsa Oran û Mesût Sevîktek ên ku di 23'ê Kanûnê de ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin û bi hefteyan îşkence li cenazeyên wan hat kirin, di encama greva birçîbûnê û berxwedana malbatan de, piştî 28 rojan cenazeyên wan hatin rakirin û anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê.
Li nexweşxaneyê jî, testa DNA weke bahane hat nîşandan û cenaze sê rojan li nexweşxaneyê hatin ragirtin. Di dawiya roja 31. de cenaze danê vê sibehê ji aliyê bi hezaran kesên di nav de Parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna, Hevserokên DBP'ê yên Amedê Alî Şîmşek û Hafîze Îpek, Hevserokê HDP'ê yê Amedê Omer Onen jî hebûn, hat wergirtin û cenaze anîn Goristana Yenîkoyê.
XWIŞKA SEVÎKTEK: HEVRÊYÊN WAN BAJAR IN
Piştî bi cih anîna wecîbeyên olî, xwişka Mesût Sevîktek Guler Sevîktek bi sêniya hine li ser hat û wiha axivî: "Zarokên me bûn zavayê Kurdistanê. Ew tevlî karwanê şehîdan bûn. Hevrêyên wan bajar in. Ji niha û pê ve bila ji Sûrê re bêjin qada Şehîd Delîl û Şehîd Mazlûm. Ew der cih û warê wan e."
Girseya gel dûre her du darbest hilgirt ser milan û bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Ji gerîlayên li Sûrê li ber xwe didinr e hezar silav", "Silav silav ji Sûrê re hezar silav" û bi tilîliyan anîn cihên lê werin defnkirin.
Piştî ku cenaze hatin veşartin, Sirûda Çerxa Şoreşê hat xwendin deqeyeke ji bo bîranîna cangoriyan rêz hat girtin.
DÎCLE: GELÊ KURD VÊ ZILMÊ QEBÛL NAKE
Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle li merasîmê axivî û got, "Cenazeyên hevalên me Mesût û Îsa 28 rojan teslîmî malbatan nekirin. Yên ku vê zilmê didomînin, ew ê di nava rondikên çavên dayikên me de bifetisin. Êdî bes e, gelê Kurd vê zilmê qebûl nake."
ŞÎMŞEK: GEL WÊ TI CARÎ DESTÛRÊ NEDE!
Hevserokê DBP'ê yê bajêr Alî Şîmşek jî got, "Îro rojeke dîrokî ye, ji ber ku di encama têkoşîna xwe ya mehekê de me di dawiya dawî de cenazeyên zarokên xwe rakir. Yên ku mehekê di nava berf û baranê de îşkence li cenazeyên me kirin, bila vê ji bîr nekin. Ji ber ku em ê vê zilmê ti carî ji bîr nekin. Yên ku hewl didin berxwedan û destketiyên gelê Kurd tine bikin, bila bi vê zanibin; ev gel wê ti carî destûrê nede wan."
BAV ORAN: DAVÛTOGLÛ Û ENSARÎOGLÛ JÎ WÊ BIBÎNIN!
Bavê Îsa Oran Mehmet Oran jî got, "Ev Îsyana bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir, wê bi azadiyê re tacîdar bibe. Ciwanên me yên ku li Sûr û herêmên din sînga xwe dan ber tank û topan, ew ê ji me re azadiyê bînin. Davûtoglû û yên mîna Ensarîoglû jî wê vê bibînin."
BANGA BERXWEDANÊ
Bav Oran da xuyakirin, ku ji bo destekkirina berxwedêran divê bi lezgînî hewldan werin kirin û got, "Em ne cenazeyên zarokên xwe û hevrêyên xwe, em bedenên wan ên zindî hembêz bikin. Sûr neket û eger em destekê bidin wê ti carî nekeve. Em ji bîr nekin, jiyana me bi jiyana berxwedêran ve girêdayî ye."
Oran got, "Heta ku Rêber Apo azad nebe, kes azad nabe" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Em hêvîdar in bibînin, ku Rêber Apo li ser Sûrên Amedê ji gelê Kurd re diaxive. Azadî nêz e, ji vê bawer bikin."
KEKÊ SEVÎKTEK: WÊ DELÎL, MAZLÛM Û HEVRÊYÊN WAN JI ME RE AZADIYÊ BÎNIN
Kekê Mesût Sevîktek Îhsan Sevîktek herî dawî axivî û got, "Ji cenazeyên zarokên me jî tirsiyan, lewma cenazeyên me teslîmî me nekirin. Bi tenê tiştekî ji dayikên li Kurdistanê dixwazim; bila hemû zarokên wan ên ji niha û pê ve ji dayik bibin, bibin Delîl û Mazlûm. Dewlet dizane ku Delîl, Mazlûm û hevrêyên wan wê azadiyê bînin vê xakê, lewma ji wan ditirse."