Gevriye: Rêveberiya xweseriya demokratî nebe li Sûriyeyê çareserî nabe
Alîkara Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Elîzabet Gevriye got, "Nirxên rêveberiya xweseriya demokratîk, neteweya demokratîk û projeya wê ya çareseriyê ye. Ev yek ji bo hemû gelên Sûriyeyê yekane rêya çareseriyê ye."
MEHMET NÛRÎ EKÎNCÎ
QAMIŞLO / ANF
în, 22 rêbendanê 2016, 10:10
Alîkara Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Elîzabet Gevriye got, "Nirxên rêveberiya xweseriya demokratîk, neteweya demokratîk û projeya wê ya çareseriyê ye. Ev yek ji bo hemû gelên Sûriyeyê yekane rêya çareseriyê ye." Gevriye rêveberiya xweseriya demokratîk a derbasî sala sêyemîn bû, ji ANF'ê re nirxand.
Hûn di 2 salên derbasbûyî yên rêveberiya xweseriya demokratîk çawa dinirxînin?
2. salvegera damezrandina rêveberiya me ya xweseriya demokratîk di serî de li Kurd, Ereb û Suryanî li tevahiya gelên Sûriyeyê pîroz be. Bêguman gelên Sûriyeyê di nava pênc salên dawî de zor û zehmetiyên mezin dîtin.
Weke rêveberiya xweseriya demokratîk, bi rêya tecrûbeyên xwe, ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê me proje amade kir û bi raya giştî û cihên pêwendîdar re parve kir. Weke ku tê zanîn rêveberiya me ya xweseriya demokratîk xwe dispêre vîna hevpar a hemû gelan û nirxên civakî yên zayendîparêzî û azadiyê. Yanî hemû gel, bawerî, ol, ziman û reng bi awayekî azad di nava rêveberiya xweseriya demokratîk de temsîl dibin. Halbûkî di nava hêzên ku li ser xaka Sûriyeyê xwe weke mûxalîf nîşan dide de, projeyeke bi vî rengî, rêbazeke bi vî rengî ya çareseriyê nîne. Ew dixwazin rejîmê hilweşînin û sîstemeke weke ya rejîmê xwe dispêre zîhniyeta yekperestî ava biin. Ev zîhniyeta ku ti cudahiay xwe ji rejîmê nîne, niha bûye çavkaniya bingehîn a pirsgirêkan.
Projeya rêveberiya xweseriya demokratîk nasnameya rastî ya gelên Kurd, Ereb û Suryanî nîşan dide. Ji bo jiyana bi hev re û meşandina xebateke piralî pêwîstî bi projeyeke bi vî rengî heye.
Weke rêveberiya xweseriya demokratîk we par dest bi têkoşîneke berfireh kirin, niha hûn di kîjan astê de ne?
Di destpêka sala 2. a rêveberiya me ya xweseriya demokratîk de YPG'ê li Kobanê bi ser ket, her wiha hêzên ji YPG, YPJ, Meclîsa Leşkerî ya Sotoro û hêzên din dest bi pêngavên leşkerî yên serketî kirin. Weke Rojava û rêveberiya xweser, bi van serketinên leşkerî re em bi pêş de çûn. Bêguman gelên me di têkoşîna li hemberî êrîşa çeteyan de fedekariyek emezin nîşan da, cihê xwe di nava xweparastinê de girt, li gorî wê yekê jiyana xwe bi rêk û pêk kir. Di nava salê de hemû xebatên me yên ji aliyê civakî, leşkerî û aborî ve bi kedeke mezin hatin meşandin. Ji be ambargoya li ser me, weke rêveberî bi derfetên gelekî kêm me hewl dan xizmetê bikin. Bi qanûnên xwe re me hewl dan xizmetê bidin gelê xwe.
Weke gelê Suryanî-Asûrî jî me cihê xwe di nava rêveberiya xweseriya demokratîk de girtin û têkoşîna xwe dewam kirin. Suryanî jî mîna gelên din ji van êrîş û komkujiyan gelekî kişand. Niha jî ji bo nêrînên şoven û faşîst ji nava civaka xwe rakin, em di nava hewldanên berfireh de ne. Perwerde girîng e û em dixwazin bi perwerdekirinê re civaka xwe nû bikin.
Li qada navneteweyî pirsgirêka Sûriyeyê tê nîqaşkirin. Rêveberiya xweseriya demokratîk xwedî tecrûbeyekê ye, ku di nav de gelên herêmê cih digirin. Rêveberiya xweser ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê çi pêşkêş kir?
Rêveberiya me ya xweseriya demokratîk, du salên xebatê yên xurt ên xwe dispêre azadî û vîna hevpar a gelan li dû xwe hişt. Di nava vê demê de rê li ber jiyan û siberoja hevpar a gelan vekir. Vê yekê ji bo çareseriya pirsgirêkên li Sûriyeyê rê li ber tecrûbeyeke mezin vekir. Hêzên hewl didin Sûriyeyê parçe bikin, gel berdan hev. Lê belê gelên me li cem hev sekinînin û xaka xwe ji çeteyan û hêzên li pişt wan, paqij kirin. Rêveberiya me ya xweser li ser ked û xwîna şehîdan ava bû. Şehîdên me ji bo jiyaneke hevpar canê xwe feda kirin. Em ê israra xwe ya di vê projeya biratî û demokrasiyê de bidomînin.
Bi parastina destketiyên xwe re em ê cihê xwe di çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê de bigirin. Têkoşîn û nirxên me yên şoreşê, şoreş û nirxên rûmetê yên tevahiya mirovahiyê ne. Rêveberiya me ya xweser xwe dispêre gel û ji gel pêk tê. Li ser nirxên hevpar ên gelan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ava kir û pêngavên serketî yên leşkerî da destpêkirin. Bi avakirina Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) re me xwest pêşeroja hevpar a gelên Sûriyeyê ji nû ve ava bikin. MSD projeya çareseriya Sûriyeyeke demokratîk e û zemînê xwe yê serketinê heye.
Mijareke din jî ew e, ku pirsgirêkên heyî ji ber zîhniyeta faşîst û neteweperestiyê rû didin. Di nava rêveberiya xweseriya demokratîk de cihê azadiya jinê, li ser bingeha azadî û wekheviya di nava civakê de rê li ber destketiyên girîng vekir. Nirxên azadiya jinê di nava hemû gelan de wekheviyê esas digire, qebûlkirina hemû nasname û zimanan esas digire. Lewma nirxên azadîparêzî û demokratîk ên xweseriya demokratîk li ser ava bûne, projeya rasteqîn a neteweya demokratîk e û rêya çareseriya pirsgirêkên hemû gelên Sûriyeyê ye.
Li qada navneteweyî nîqaş li ser Cenevre 3 tê kirin. Eegr weke rêveberiya xweseriya demokratîk, MSD, HSD û YPG'ê hûn tevlî bibin, wê çi were guhertin? Ji bo çareseriya pirsgirêkê, ev hêz tên çi wateyê?
Dema rewşa Sûriyeyê were nirxandin wê bê dîtin ku rêveberiya xweseriya demokratîk cihên herî ewle û aram in. Ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, me projeya xwe bi avakirina Meclîsa Sûriyeya Demokratîk re ji raya giştî re aşkere kirin. Projeya me ya bi MSD'ê re hatiye destnîşankirin, ji bo hemû pirsgirêkên li Sûriyeyê xwedî çareseriya azadî û demokrasiyê ye.
Halbûkî di nava projeya mûxalefeta li Riyadê li hev civiya de, bi zîhniyeta xwe ya yekparêz re ti cudahiya xwe ji kîna rejîmê nîne. Mejiyê wan şoven û desthilatdar e. Lewma, ew nikarin me temsîl bikin. Em bi israr vê dibêjin; çareseriyek ji bo Sûriyeyê bêyî MSD, bêyî rêveberiya xweseriya demokratîk, bêyî YPG û MSD'ê nabe.