'Bêyî azadiya Rêber Apo û qebûlkirina xweseriya demokratîk êdî nabe'
Endamê Dîwana Edaletê ya KCK'ê Şoreş Şankan bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Eger carek din muzakere destpê bike, wê şertê destpêkê azadiya Rêber Apo û qebûlkirina xweseriya demokratîk be."
DELÎLA GABAR/DEVRÎM AMED
BEHDÎNAN/ANF
în, 22 rêbendanê 2016, 07:00
Endamê Dîwana Edaletê ya KCK'ê Şoreş Şankan bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Eger carek din muzakere destpê bike, wê şertê destpêkê azadiya Rêber Apo û qebûlkirina xweseriya demokratîk be."
Endamê Dîwana Edaletê ya KCK'ê Şoreş Şankan, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku 17 sal in bi awayekî girankirî tê meşand, ji ANF'ê re nirxand û da zanîn, ku Ocalan ji hemû mafên girtiyên siyasî yên li cîhanê, bêpar tê hiştin.
Şankan bibîr xist, ku li her devera cîhanê mafê girtiyên siyasî heye ku rojname, tv, radyo bişopîne, bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinan bikin û got, "Lê belê dewleta Tirk li gorî qanûnên xwe jî nezî Rêber APO nabin. Îzolasyon û tecrîtek pir giran li ser Rêber APO dimeşîne. Tevî hemû şert û mercên giran jî, Rêber APO bi berxwedanek bêhempa li ber xwe da û bi fikrê xwe rêya çareseriyê nîşanî tevayî gelê Rojhilat Navîn da. Di roja îro de jî pir kes çavên wan li Rêber APO ne ku vî şerê niha diqewime, çareser bike. Heta kesên ku vê tecrîdê dimeşînin, ketin bin bandora berxwedan, nêrîn û ramanên Rêber Apo û li dora maseyê bi Rêbertî re hevdîtin kirin."
'QELIBANDINA MASEYÊ BINKETINA DEWLETÊ YE'
Şankan da xuyakirin, ku têkoşîna çil salan encamên girîng bi xwe re afirand û rêya çareseriyê ferz kir. Şankan axaftina xwe wiha dewam kir: "Lê tevî vê yekê jî dewletê xwest ku li gorî xwe çareseriyê bibîne. Ev yek jî teslîmgirtina Rêber APO û tevgerê bû. Lê dema ku nekarî Rêber APO teslîm bigire û nekarî gelê Kurd bixapîne mase qeliband. Ji ber ku dewletê dixwest ku ji Rêber APO, hinek tawîzan bigire. Rêber Apo jî dixwest pirsgirêka azadiya gelê Kurd bixe rojev raya giştî yıa demokratîk û dewletên navneteweyî. Ji ber ku dewleta Tirk hebûna çil milyon Kurd înkar dikir û digot ku gelekî bi vî rengî nîne. Lê dema ku têkoşîn bilind bû û daxwazên azadiyê mezin bûn, dewlet jî mecbûr ma ku li Dolmabahçeyê li gel parlementerê HDP’ê rûne û deklerasyonê aşkere bike. Bi vê re, her du aliyan daxwazên xwe bi şeklekî fermî anîn ziman. Dibe ku ev mase hatibe qelibandin û muzakere nehatibe berdewam kirin. Lê belê di bingehê de şerek di navbera hêzê desthilatdar û gelê azadixwaz de bû. Ev jî îro bi şêwazeke cuda didome. Lê belê çima dewletê ev muzakere qut kir û mase qeliband, ev jî sedema wî nekaribû nirxên gelê me dîl bigre. Di destpêkê de xwest ku Rêber APO teslîm bigire û li ser navê Rêber APO hinek tiştan bi PKK’ê bide qebûl kirin û dewletê dixwest ku kurdan tesfiye bike. Her wiha hêza PKK’ê ya çekdarî jî tesfiye bike û teslîm bigire. Lê nikarîbû tevgereke ji hezaran kesî bi vê rêbazê li bin bixe. Ev yek jî bû sedema binketina dewleta Tirk."
HEVDÎTIN QUT KIRIN, DEST BI ÊRÎŞAN KIRIN
Şankan anî ziman ku AKP’ê dixwest li gorî rêbazên xwe yên sexte çareseriyê pêk bîne, lê belê dema dît lîstokên wan aşkere bûye û bi ser nakeve, vê carê şer xist rojevê û got, "Lewma gotin ne muzakere ne nejî pirsgirêka Kurd heye. Yekser her tişt qut kirin û di heman demê de ji her alî ve êrîşên xwe dan destpêkirin. Ev êrîş jî, ji ber xwe ve destpê nekir. Van êrîşan bingeha xwe ji civîna MGK a sala 2014’an digire. Bi êrîşên mezin re bi ser PKK’ê û gelê Kurd ve hatin. Dîsa weke her tim polîtikayên xwe yên îmha û înkarê ji aliyê leşkerî û siyasî ve li ser PKK’ê û gelê Kurd dan meşandin. Dema ku dewleta Tirk dît planên wan bi sernakevin û projeyên Rêber APO bi serdikevin, wê demê jî komkûjî xistin rojeva xwe. Komkûjî, kuştinên kiryarên wan ne diyar, dizî, qetilkirin û qirêjiyên ku ji aliyê AKP’ê ve hatibûn kirin, wê derkevin holê û lêpirsîn bên destpêkirin. Wê demê jî, ji bo ku tewan û qirêjiyên wan dernekevin holê li ser Rêber APO tecrîd dijwar û giran kirin. Ji her alî ve têkiliyên Rêber Apo bi derve re ji binî ve qut kirin. Êrîşî gerîla, gelê Kurd û hêzên demokratîk kirin."
DÎKTATOR TEHEMÛLÎ DEMOKRASIYÊ NEKIR
Şankan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartinên 7’ê Hezîranê û wiha pê de çû: "AKP di 7'ê Hezîranê de bi ser neket. Lewma vê carê jî darbe kir û ev hilbijartina ku bi vîna gel hatibû kirin qebûl nekir. Erdogan got, 'gel şaştî kiriye, divê ev şaştî di 1' Mijdarê de dubare nebe.' Hin kes jî tehdît kir û bi polîtîkayên xwe yên qirêj xistin girtîgehê. Dek, dolab û siyasetek pir qirêj da meşandin ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de dîktatortiya xwe îlan bike. Armancên wan jî ew bû ku rêxistinek weke împarator li ser Tirkiyeyê derkevin û rêveberek weke împarator derkeve û siyasetê li gorî berjewendiyên xwe bide meşandin bû. Ji xwe, bi xwe jî fîlî digot hêza me heye, pêwîste ew hêza ku me xistiye destên xwe em têxin meriyetê. Em dikarin bêjin du armancên Tayîp Erdogan û dewletê hebûn. Yek sîstema unîter, yanî yên serokatiyê ku karibe van polîtîkayên qirêj ên ku bi salan bi şeklekî bi dizî, yan jî bi navê zagonan kirine li pêşiya wan bigrin ku ti kes hesap ji wan nexwazin, wan nedarizînin û negirin. Hêzê ku li himber van polîtîka û siyaseta wan a qirêj têdikoşe, ew jî hêza PKK û gelê Kurd e. Yê ku pêşengtiya vê dike, ew jî Rêber APO ye. Ji bo wê jî êrîşên xwe li ser Rêber APO dan destpêkirin. Dîtin ku nikarin Rêber APO teslîm bigirin vê carê jî êrîşekî pir mezin li ser gerîla maşandin û bi 50 balafirên xwe yên şer êrîşê qadên Parastinên Medya kirin."
POLÎTÎKAYÊN DEMSALÊ HER TIM DUBARE DIKIN
Şankan di dawiya axaftina xwe de li ser polîtîkayên AKP wiha got. "Ji xwe hikûmeta AKP ’ê û Dewleta Tirk her tim di demsala Payîzê de dest bi şer dikin. Niha êrîşî gelê Kurd, gerîla û rewşenbîran dikin. Dema dibe demsala biharê û însatîf dikeve dest Tevgera Azadiya Gelê Kurd, wê demê jî hêdî hêdî siyaseta xwe nerm dikin û dibêjin em ê pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî çareser bikin. Ev rêbaza siyaseta Erdogan û dewleta Tirk e. Lê belê ev rêbaz êdî hatiye aşkerekirin. Êdî gelê Kurd hatiye wê astê ku dikare sîstema xwe bi xwe bide avakirin û Xweseriya Demokratik ava bike û bide meşandin. Belê wê bedelê wê jî hebin. Ev sî sal in gelê Kurd bedel dide û wê hin jî bide. Eger ku carek din muzakere bê destpêkirin jî, wê şertê yekemîn Azadiya Rêber APO be. Yek jî wê Xweseriya Demokratîk qebûl bike. Gel ê me wê ji niha û pê de xwe bi xwe bi rêve bibe, pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike û parastina xwe ya cewherî saz bike. Di milê aborî de jî, aboriyek xweser karibe pêş bixe."