'Ya dorpêçî wê bişikê û ji hev bikeve yan jî her der wê bibe Botan'

Meşvanên Botanê diyar kirin, ku ew ê xeleka berxwedanê ya li Pirsûsê ji bo Kobanê hat avakirin, li dora Botanê jî ava bikin û got, "Me çawa Kobanê parast, em ê Botanê jî bi heman rengî biparêzin."

Meşvanên Botanê diyar kirin, ku ew ê xeleka berxwedanê ya li Pirsûsê ji bo Kobanê hat avakirin, li dora Botanê jî ava bikin û got, "Me çawa Kobanê parast, em ê Botanê jî bi heman rengî biparêzin."

Meşa Botanê ku bi pêşengiya Navenda Giştî ya DBP’ê bi armanca piştgiriya berxwedana xwerêveberiyan bi şiyara "Ya dorpêçî wê bişikê û ji hev bikeve yan jî her der wê bibe Botan" hate destpêkirin mezin dibe. Çalakiya li bajarokê Girêmîra yê Nisêbînê di roja duyemîn de didome. Çalakvanên li benda meşvanên bajarên din ên Kurdistan û Tirkiyeyê rawestiyan e, banga tevlîbûnê li her kesî kirin. 

'WEKE KOBANÊ DIVÊ EM JI BO BOTANÊ JÎ BIBIN MERTAL'

Çalakvanê bi navê Mehmet Çagçinar ê ji Wanê tevlî meşê bûye, diyar kir ku armanca hatina wan a Nisêbînê piştgiriya berxwedanê ye. Çagçinar got ku ji bo ew rê nedin vê qirkirinê ber bi Botanê ve derketine rê. Çagçinar ev bang kir: "Êdî bes e ji şerê li ser kurdan berdewam dike re. Divê ku em vê serdemê û van rojan bikin giyana berxwedana Kobanê û Pirsûsê. Çawa ku me li Pirsûsê ji bo Kobanê bi mehan li hember qetliamên DAIŞ’ê bedena xwe kir mertal û me li ber xwe da, pêwîste em ji bo Botan û Bakurê Kurdistanê jî li berx we bidin." 

Çagçinar da xuyakirin, ku dema ruhê berxwedana Kobanê bikin ruhê berxwedana Botanê hatiye û wiha axivî: "Çawa ku li Kobanê çeteyên DAIŞ’ê êrîş dibirin ser Kobanê îro li Bakurê Kurdistanê jî heman êrîşên dij mirovahî li ser axa Botanê pêk tên û êrîşî ser kurdan tên meşandin. Divê hemû kurd û Kurdistanî rabin ser piyan û her deverê bikin qada serhildanê."

'ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê BIHERIKIN BOTANÊ'

Çalakvanê bi navê Mehmet Bilîcî yê ji Wanê jî destnîşan kir ku ji bo ew piştgiriyê bidin gelê xwe yê Botanê û xwedî li berxwedana xwe derbikeve beşdarî meşê bûye û ev tişt gotin: "Em êş û azara gel û birayên xwe Botanê parve dikin û wek ya xwe dibînin. Dewlet li Botanê qetlîamek ciddî dide meşandin û lê bila dewlet jî baş dizanibe em ê heta dawiyê li pişt gelê xwe bin. Em bi çalaki û giyana xwe li cem wan in. Navê vê yeke wahşet e. Li Kurdîstanê şerek navxweyî tê meşandin." 

Bilîcî êrîş wekî şerê gladyoya AKP’ê û Erdogan pênase kir û wiha domand: "Ajansa Anadoluyê her tiştî baş nîşan dide û herkesi jî dike terorîst. Lê her tişt ne wek ku AA dide nîşandan e. Derewê wan pir aşkere vekirî ne. Niha dewlet me li vir jî xistiye dorpêçê. Lê çi dibe bila bibe em ê biherikin Botanê. Kes nikare me ji berxwdana me li paş bixe. Heta dawiya emrê xwe em ê li hember dijmin û êrîşan li berxwe bidin."

'EM BOTANÊ BIKIN KOBANÊ'

Bîlîcî berxwedana Botan û Bakurê Kurdîstanê şiband a Koban û Pirsûsê û wiha got: "Me çawa ku li Kobanê û Pirsûsê deng li cîhanê veda, wê îro jî ev berxwdana me bişibe ya Kobanê û em ê li Nisêbîn, Cizîr û Silopî jî li berxwe bidin. Em ê vê berxwedanê bigîhînin serkeftinê. Dê di demek kin de gelê Botan û Bakûrê kurdîstanê jî wek Kobanê û Rojava bigîhîje serkeftinê.” 

'DIVÊ HER DER BIBE QADA SERHLDANÊ

Hevserokê DBP’a Tuşba ya Wanê Saîm Îpekten jî bilêv kir ku ji bo ew êrîşên dewletê li Botanê vala derbixin û piştgiriyê bidin gelê berxwedêr ê Botanê li vir li hev kom bûne û got ku ji bo ew ‘Operasyona têgihiştinê’ ya dewletê vala derbixin wê biçin Botanê. Îpekten xwest ku herkes li hember qetliyaman dengê xwe bilind bike û ev bang kir: "Kesê ji xwe re dibêje ez xwedî wijdan, demokrat û mirov im divê ku bi lezgînî biherike Botanê û bê piştgiriyê bide meşa Botanê. Navê vê qetliyamê jenosîd e. Êdî ketiye wê rewşê ev dewlet ji aliyê polîs û leşkeran ve tê birêvebirin. Li Kurdîstanê her roj mirovahî, çand û dîrok tê qetilkirin û tune kirin. Çawa ku em ji bo Kobanê her roj li ser piya bûn û me her deverê kir qada serhildanê em ê ji bo Botanê jî her deverê bikin qada berxwedan û serhildanê. Divê ku belkî sibê bibe dereng jî bila bi lezgînî berî xwe bide cihên berxwedanê. Êdî ne dema bêdengiyê ye."

Rêvebera MEYA-DER’a Wanê Hediye Koçak jî anî ziman ku beriya her tiştî ew Erdogan û dewleta wî şermezar dike û wiha axivî: "Çi heqê wî heye zarokên me qetil dike. Em ji wî tiştek daxwaz nakin. Tenê bi salan e em aştiyê daxwaz dikin. Li hember daxwaza me ya aştiyê bi şer û qetlîamê bi ser me ve tên. Bi rojane zarokên me yê ku di vî şerê qirêj de jiyana xwe ji dest dane li erdê mane. Ez bang li her aliyên cûda dikim ku demildest rabin ser piya û bila li şehîdê xwe xwedî derbikevin. Bila gelê me li gelê xwe berxwedêr xwedî derbikeve û deng bide berxwedanê."