Rojnamevanê Fransî yê hat Silopiyayê: Ewropa û DMME komkujiyê ji nedîtî ve tên

Rojnamevanê Fransayê Qûetîn Aliyadî, ku êrîşên qirkirinê yên 37 rojan li Silopiyayê şopand, da xuyakirin ku komkujiyên li herêmê diqewimin bi têrkerî nayên bihîstin.

Rojnamevanê Fransayê Qûetîn Aliyadî, ku êrîşên qirkirinê yên 37 rojan li Silopiyayê şopand, da xuyakirin ku komkujiyên li herêmê diqewimin bi têrkerî nayên bihîstin. Aliyadî diyar kir ku welatên Ewropa û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî komkujiyê ji nedîtî ve tên.

Aliyadî ku ev demeke bi wênevanê xwe re li Kurdistanê ye, anî ziman ku qedexeyên derketina derve jiyanê li gelê sivîl tengav dike. Aliyadî diyar kir ku ji bo gel hewldaneke têrker nehatiye nîşandan û rewşa li herêmê nebaş e.

Aliyadî bibîr xist ku rewşa li herêmê diqewime, li Tirkiye ya endamê NATO'yê ye û da zanîn ku ji aliyê ragihandina komkujiyên tên kirin û berxwedana tê nîşandan ve kêmasî hene. Aliyadî destnîşan kir, ku divê bala her kesî li ser qewimînên li herêmê be.

'WELATÊN EWROPAYÊ Û DMME KOMKUJIYÊ JI NEDÎTÎ VE TÊN'

Aliyadî da zanîn ku welatên Ewropa û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, komkujiyê ji nedîtî ve tê û xwest, her kes bên herêmê û rewşê li cih bişopînin. Aliyadî ragihand ku di vî warî de çapemenî bi têrkerî azad nîne û got, "Pêwîste bên rewşa li vê derê bibînin. Lê ji aliyê nîşandana rastiyê ve ew bi têrkerî azad nînin. Bûyerên li vir diqewimin ji nedîtî ve tên. Pêwîste her kes were vê derê û bibîne bê mirovên sivîl çawa tên qetilkirin. Bibînin bê cih û warên wan çawa tên tinenkirin û tiştên dîtine vebêjin. Ez hewl didim vê bikim."

'LI SER SIBEROJÊ FIKARÊN MIN HENE'

Aliyadî da xuyakirin ku berxwedan û şer hema hema li tevahiya herêmê diqewimin û anî ziman ku wan li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Silopiyayê şensê hevdîtina bi mirovan re bi dest xistine. Aliyadî da zanîn ku demeke dirêj e ew herêmê dişopîne û têkildarî siberojê ew bi fikar e. Aliyadî anî ziman ku tirseke mezin heye û li her du aliyan tansiyon bilind e. Aliyadî destnîşan kir ku mexdûrê herî mezin ê şerê li herêmê sivîl in û ji bo nîşandana rastiyê ew hewl dide ya ji dest tê bike.