Li Rihayê polîsan belavkarê rojnamevanê Azadiya Welat û Ozgur Gundem Şahîn Ceyran derb kir û ava jehrî pê dan vexwarin. Ceyran ê ava bi derman danê rakirin nexweşxaneyê û mada wî hat şuştin.
Polîsên AKP’ê li Rihayê karên qirêt ji pey hev qut nakin. Şahîn Ceyran ê li bajar rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundem belav dikir, dema belavkarî dikir ji aliyê polîsan hat derbkirin, piştre bi zorê ava jehrî pê dan vexwarin û ew jehrî kirin. Polîsan nêzî saet 15.00’an li sîteyên TOKÎ yên li beranberî Evren Sanayî êrîşî Ceylan kirin, piştî derb kirin, ava jehrî dan vexwarin û jehrî kirin, avêtin pişta bûlvara TOKI’yê.
Piştî êrîşê, Ceyran bi telefonê li hevalên xwe yên xebatê geriya, hevalan wî rakirin Nexweşxaneya Balikli Gol a Rihayê. Ceyran piştî rakirin nexweşxaneyê, birin serwîsa lezgîn û mada wî hat şuştin.
Tedawiya Ceyran li nexweşxaneyê didome.