'Nobeda Spî' ya ji bo Sûrê di roja 30. de ye
'Nobeda Spî' ya kedkarên tenduristiyê, ku ji ber xizmeta tenduristiyê li herêmên xwerêveberiyê ji aliyê hêzên dewletê ve tê astengkirin dan destpêkirin, di roja 30. de dewam dike.
'Nobeda Spî' ya kedkarên tenduristiyê, ku ji ber xizmeta tenduristiyê li herêmên xwerêveberiyê ji aliyê hêzên dewletê ve tê astengkirin dan destpêkirin, di roja 30. de dewam dike.
'Nobeda Spî' ya kedkarên tenduristiyê, ku ji ber xizmeta tenduristiyê li herêmên xwerêveberiyê ji aliyê hêzên dewletê ve tê astengkirin dan destpêkirin, di roja 30. de dewam dike. Rêveberê SES'ê Karakaş got, "Daxwaza me ji mirovên xwedî berpirsyarî ew e, ku bala xwe bidin ser herêmê û xwedî li çalakiyên tên lidarxistin, derkevin."
'Nobeda Spî' ya bi şiyara 'Spî li hemberî reş, jiyan li hemberî mirinê, aştî li hemberî şer' ji aliyê Platforma Tenduristiyê ya Amedê ku ji Şaxê SES'ê yê Amedê, Odeya Tabîban, Odeya Doktorên Diranan, Odeya Doktorên Veterîner, Odeya Dermanfiroşan û Komeleya Doktorên Mezopotamyayê pêk tê hat destpêkirin, di roja 30. de li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dewam dike.
'HÊZÊN DEWLETÊ NAHÊLIN XIZMETA TENDURISTIYÊ BIGIHÊJE GEL'
Endamê Desteya Kontrolê ya Navenda Giştî ya SES'ê Mûrat Karakaş diyar kir ku weke personelên tenduristiyê ew nikarin li hemberî bêhiqûqiya li herêmê bi taybetî jî ya li Sûrê bêdeng bimînin û got, "Li herêmên xwerêveberî hatiye ragihandin, mirov nikarin mafê xwe yê herî însanî û bingehîn bi kar bînin. Weke personelên tenduristiyê, ji bo xizmeta tenduristiyê bigihînin mirovan em ketin nava hewldanên cuda, lê belê ti ji wan bi ser neket. Lewma ev 30 roj in em çalakiya 'Nobeda Spî' pêk tînin."
Karakaş da zanîn, ku piraniya mirovên li herêmên xwerêveberiyê ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin, ji ber jêçûna xwîna zêde ji birînên sivik jiyana xwe ji dest dane û anî ziman ku eger mudaxleya tibî bihata kirin, wê pêşî li van mirinan bihata girtin.
Karakaş diyar kir, ku niha li Kurdistanê şer diqewime, mirov ji aliyê hêzên dewletê ve tên qetilkirin û ragihandin, ku tevî van komkujiyan hêzên dewletê nahêlin ew xizmeta tenduristiyê bigihînin mirovan.
Karakaş bibîr xist, ku personelên tenduristiyê jî dibin hedefa êrîşên hêzên dewletê û destnîşan kir, ku heta dorpêçiya dewletê ji holê were rakirin, ew ê çalakiya xwe bidomînin.
BANGA XWEDÎDERKETIN Û MEZINKIRINA ÇALAKIYAN
Mûrat Karakaş da xuyakirin, ku kedkarên tenduristiyê yên li Enqere û Stenbolê jî di bin navê 'Sekna Spî' de dest bi nobedê kirine û bang li her kesên ji xwe re dibêj e 'ez mirov im' kir, ku bi lezgînî li dijî vê dorpêçî û komkujiya tê kirin, bikevin nava tevgerê.