KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li ser rêya Şirnex- Cizîrê teqîn
Li mintiqa Toptepe ya rêya Şirnex-Cizîrê dema derbasbûyina wesayîta leşkerî de teqînek dijwar pêk hat. Piştî teqînê gelek ambûlans cihê bûyerê hatin kirin. -
Li Başûrê Kurdistanê mamostayan biryara boykotê girtin
Sendîkaya Yekîtiya Mamostayên Silêmanî daxuyaniyek çapemeniyê da, da xuyakirin ku ji ber mûçeyên xwe yên 5 mehan negirtine wê ji 26’ê Çileyê û şûn de dest bi boykota giştî bikin. -
Li Wanê ciwanek hat qetilkirin
Li navçeya Rêya Îpek a Wanê tîmên taybet ên Tirk di ser sîteyêkê de girtin û ciwanek qetil kirin. -
Li Şirnexê gel li hember êrîşan li ber xwe didin
Gel li hember dorpêç û êrîşên bi çekên giran ên hêzên dewleta Tirk ên li ser Taxên Yeşîlyûrt, Dîcle û Yenîmahale yên Şirnexê ketin berxwedanê. -
Mîzgîn Koçyîgît a 2’ê Kanûnê li Amedê hat qetilkirin li Farqîn hat oxirkirin
Cenazeya Mîzgîn Koçyîgît (Rûken Amed) a 2’ê Kanûna 2015’an li Qada Şêx Saîd a Amedê ji aliyê polîsên Tirk hatin qetilkirin û tespîta nasnameya wê ne rast hat kirin, ji Êlihê hat wergirtin û li Farqînê hat defnkirin. -
Yûsif Mihemed: Kanton ji bo Kurdan mîladeke nû ye
Di aktivîtyeya duyemîn salvegera damezirandina Kantonên Rojava de Serokê Parlementoya Başûrê Kurdistanê Dr. Mihemed axivî û da diyar kir ku, avakirina kantonan di kirîza Rojhelata Navîn de, ji bo Kurdan mîladeke nû ye. -
Helîn Oncu ya li Cizîrê birîndar bû rakirin nexweşxaneyê
3 jinên dema Helîn Oncu ya ji aliyê hêzên dewletê li Cizîrê hat birîndarkirin û der heqê wê de biryara tedbîrê ya DMME heye, ji bo ambûlansê radikirin û ji aliyê hêzên dewletê hatin gulebarandin, bê birîn rizgar bûn. -
Rêxistina pişeyiya rojnamevana diçin Amedê
Rêxistina pişeyiya rojnamevanan, bi armanca piştgirîdayîna rojnamevanên li Kurdistanê û yê di bin zext û êrîşên dewletê de hatin binçavkirin, diçin Amedê. -
Girseya ku terora dewletê protesto dikir rastî êrîşa polîsan hat
Girseya ku ji bo terora dewleta Tirk a li hember gelê Kurd li Edeneyê protesto bikin meşek lidarxistin rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê hatin. -
HDP: Operasyon ti encam nagirin; em ê li gel berxwedêran cih bigirin
HDP, li pêşberî xebatkarên xwe li hember oparasyonên siyasî bertek nîşan da, daxwaza serbest berdana endamê MYK’ê Zekî Çelîk û hemû partiyiyên xwe kir. -
Li Dusseldorf û Kopenhagê çalakiya kon, Helsînkî meş
Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê Kurdistaniyên li Ewropa û dostên wan çalakiyên protestoyê didomînin. -
3 jinên ku birîndar radikirin jî hatin gulebarandin
3 jinên ku Helîn Oncu ya li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê hat gulebarandin û DMME der heqê wê de biryara tedbîrê girtiye radikirin nexweşxaneyê jî hatin gulebarandin. -
DMME, ji bo Helîn Once jî biryara tedbîrê da
DMME, ji serlêdana ji bo Helîn Once ya di encama êrîşên hezên dewleta Tirk a danê sibehê li Cizîrê birîndar bû, biryara tedbîrê da. -
Dîlek Ocalan: Divê ji bo azadiya Birêz Ocalan gav bên avêtin
Parlamentera HDP’ê Dîlek Ocalan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga gavên cîdî kir. -
Li Wanê greva birçîbûnê didome
Greva biçîbûnê ya di pêşengtiya KESK, TMMOB û DÎSK’ê de bi şîara ‘Şer raweste, Zarok neyên kuştin!.. Ji bo jiyanê bide jiyankirin, em di gireva birçîbûnê de ne’ ya ku di 19’ê Çileya 2015’an de destpê kirî di roja 3. de berdewam dike. -
‘Divê Başûrê Kurdistanê aboriya xwe bi petrolê girê nede’
Konsolê Hewlerê yê Amerîka Matthîas Mîtman di panelekê de bal kişand ser qrîza aborî ya li Başûrê Kurdistanê wiha got: “Hikûmeta Başûrê Kurdistanê tevahî polîtîkayên xwe yên aborî li ser petrolê ava dike, ev ne rast e.” -
Li Nisêbînê teqîn: Ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin
Li Nisêbînê di dema derbasbûna serwîsa polîsan de teqînek mezin rû da. Ji cihê bûyerê ku gelek ambûlans û wesayîtên zîrxî hatin sewqkirin dengê çekan bilind bû. -
Qirkirinên siyasî didomin: 5 girtin
AKP’e li Kurdistan û Tirkiyeyê operasyonên xwe yên qirkirinên siyasî didomîne. Li Stenbol, Îzmîr, Sêrt û Amedê 5 kes hatin girtin, herî kêm 4 kes hatin binçavkirin. -
Heyeta FIDH Û EMHRN li Amedê ye
Ji rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî yên ku ÎHD’e ji bo çavdêriya qedexeyên kolanan ên Tirk bikin bang kiribûnê, heyetek ji FIDH Û EMHRN ji bo têkîlî û lêkolînan hat amedê. -
Êrîşên dewlta Tirk ên li ser Sûrê didomin: avahiya 6 qat hilwşiya
Di encama êrîşên hêzên dewleta Tirk a li ser Taxa Savaş a Sûrê de avahiya 6 qatî hilweşiya. -
Ji meşvanên Botanê banga serhildanê
Li ser banga DBP û HDP'ê ji bo piştgiriya berxwedana Botanê ji gelek bajaran bi sedan welatî hatin Nisêbînê. -
Li Foça keştiya koçberan noqî avê bû: 12 kes mirin
Li peravên Foça di encama noqî avbûna keştiya koçberan de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Sariyildiz êrîş vegot, 9 pirs ji hikûmetê kir
Parlamenterê HDP’ê Sariyildiz, têkîldarî êrîşa dewleta Tirk a duh li Cizîrê pêşnûmepirsek da. Bal kişand kêliya ku li gel bi wezaretê re hevdîtin pêktanî jî êrîş berdewam dikirin. -
Li hember taxên berxwedêr ên Cizîrê êrîşên giran
Li Taxên Cûdî û Nûr ên navçeya Cizîre êrîşên bi tankan girantir bûn. Ji ber van êrîşan di her du taxan de gelek malê welatiyan şewitîn. -
Kantona Cizîrê salvegera damezirandina Xwerêveberiya Xweser pîroz kir
Kantona Cizîrê 2. salvegera îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi coş pîroz kir.