Rêxistina pişeyiya rojnamevana diçin Amedê

Rêxistina pişeyiya rojnamevanan, bi armanca piştgirîdayîna rojnamevanên li Kurdistanê û yê di bin zext û êrîşên dewletê de hatin binçavkirin, diçin Amedê.

Cemiyeta Rojnamamevanên Tirkiye (TGC), Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiye (TGS), Komaleya Rojnamevanên Hemdem (ÇGD), Endamên Karê- Çapemeniyê ya DÎSK û Egîtîm Sen, bi armanca piştgirîdayîna rojnamevanên li Kurdistanê kar dikin wê sibehê biçin Amedê. Heyeta ku wê li gel Cemiyeta Rojnamevanên Başûrêrojhelat a Amedê û Cemiyeta Rojanamevanên Azad re hevdîtin bikin, wê bi Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û Waliyê Amedê Huseyîn Aksoy re hevdîtinç pêk bînin. Ji Walî wê parastina ruh û ewlekariya xebatan bixwazin.

Heyeta ku Baroya Amedê ziyaret bike, ji Serokê TGC’ê Tûrgay Olcayto, Serokê Girştî yê TGS’ê Ûgûr Guç, Serokê Giştî yê Komaleya Rojnamevanên Hemdem Ahmed Abakay, Serokê Girîtî yê Kar- Çapemeniya DÎSK’ê Farûk Eren, Sekretera Giştî ya Cemiyeta Rojnamevanên Tirkiye Sîbel Guneş, Sekreterê Rêxistinkirina Giştî ya Egîtîm Sen a KESK’ê Osman Kose pêk tên.