Qirkirinên siyasî didomin: 5 girtin

AKP’e li Kurdistan û Tirkiyeyê operasyonên xwe yên qirkirinên siyasî didomîne. Li Stenbol, Îzmîr, Sêrt û Amedê 5 kes hatin girtin, herî kêm 4 kes hatin binçavkirin.

AKP’e li Kurdistan û Tirkiyeyê operasyonên xwe yên qirkirinên siyasî didomîne. Li Stenbol, Îzmîr, Sêrt û Amedê 5 kes hatin girtin, herî kêm 4 kes hatin binçavkirin.

Bi talîmata hikûmeta AKP’ê ji milekî sivîlên li Bakurê Kurdistanê tên qetilkirin, milekî din jî li hember Kurd û sosyalîstan binçavkirin-girtin didomin.

STENBOL

Di serdegirtina malan a dawiya vê hefteyê li Şîşliya Stenbolê de ji 3 kesên hatibûn binçavkirin 2 kes piştî karên li Midûriyeta Emniyeta Stenbolê anîn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. 3 kes piştî îfadeyên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.

Ji 3 kesên sewqî dadgehê kirin, 1 bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan, 2 kes jî bi îdîaya di meha Kanûnê de li Bayrampaşa “li hember Komaleya Oncu Nesîl êrîşa bombeyî li dar xistine” û “Endamên Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (BOG) ne” hatin girtin.

ÎZMÎR

3 kesên li Îzmîrê hatin binçavkirin û piştî karên dozgeriyê sewqî dadgehê hatin kirin, hatin girtin. Sedema girtinê li ser îdîayên, “endamê rêxistinê ne”, “pesnedayina sûc û sûcdar”, “propagandaya rêxistinê kirin”, “li hember hêzên ewlekariyê êrîşa Molotof, fîşekên hewayî, kevir û bi dar pêk anîn” û “birêxistinkirina pêşendanê bê destûr û tevlîbûn” hat pêkanîn.

SÊRT

Bengîn Tegîn di encama serdegirtina mala li Taxa Fatîh a li navçeya Erûh a Sêrtê hatibû binçavkirin. Tegînî hinceta binçavkirina wî nehat zanîn, hat diyarkirin ku birine Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

BISMIL

Li navçeya Bismil a Amedê jî Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê ber danê sibehê bi ser malên li taxên Akpinar û Fatîhê de girtin. Di serdegirtinana de Mehmet Mehdî Biçîmlî, Mehmet Goktaş û Yasîn Taşkiran hatin binçavkirin. Her 3 kes jî birin Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê.