Li Başûrê Kurdistanê mamostayan biryara boykotê girtin

Sendîkaya Yekîtiya Mamostayên Silêmanî daxuyaniyek çapemeniyê da, da xuyakirin ku ji ber mûçeyên xwe yên 5 mehan negirtine wê ji 26’ê Çileyê û şûn de dest bi boykota giştî bikin.

Ji ber qrîza aborî ya li Başûrê Kurdistanê, mamostayên ev 5 meh in mûçeyên xwe nikarin bigirin biryara boykota giştî girtin. Şaxa Silêmanî ya Sendîkaya Yekîtîya Mamosteyên Kurdistan biryata boykotê bi daxuyaniyek çapemeniyê ragihand, diyar kir ku heta mûçeyên wê neyên dayîn, wê mamosteyên endamên wan neçin ser kat. 

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku wê biryara boykotê tenê bi Silêmanî re ne sînordar be, wiha hat gotin: “Li Helepçe, Germiyan, Raperîn, Silêmanî û li tevahî navçeyên van bajarana wê boykot derbasdar be.”

Yekîtiya Mamostayan ji bo ji nû ve dest bi dersê bikin ragihandin ku 5 şertên wan hene, aşkera kirin ku heta şertên wan bicih neyên, wê neçin polan.

Sendîkaya Yekîtiya Mamostayan şertên xwe wiha rêz kir:
- Mûçeyên Îlon û Cotmeha 2015’an bi temamî li hesabên me bên razan.
- Piştî wê ji her meh di dema xwe de mûçeyên me bên razan.
 - Bi ti awayî di mûçeyên mamostayan qutkirinek çênebe.
 - Mûçeyên mamostayan û xebatkarên din ên gelemperî bi şêwazekî karibin jiyana wan îdare bike bê başkirin.

 - Bi ti şêwazî li qadan biryara me ya meşê tineye. Ji protestokirina qrîza aboriyê û aloziyê bi asayîşê re derkeve, em ne berpirs in.