Li Dusseldorf û Kopenhagê çalakiya kon, Helsînkî meş

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê Kurdistaniyên li Ewropa û dostên wan çalakiyên protestoyê didomînin.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê Kurdistaniyên li Ewropa û dostên wan çalakiyên protestoyê didomînin. Li bajarê Dusseldorf çalakiya kon di roja 4. de didome, Kopenhagê jî li pêşiya Parlamentoya Danîmarka çalakiya kon a rojekê hat lidarxistin. Li Helsînkî jî li pêşiya Wezareta Karên Derve çalakî hat lidarxistin.

DUSSELDORF

Çalakiya kon a di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd (TJK-E) û NAV-DEM’ê ya li bajarê Dusseldorg ê Elmanyayê di roja 4. de li pêşiya Parlamentoya Eyaletê ya NRW’ê didome.

Çalakiya ji bo balkişandina qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, silavkirina berxwedana xwerêveberiyan û balkişandina ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, îro ji aliyê Navendên Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarên Dortmûnd û Hagen û Însiyatîfa Gel a Krefeld hat dewirgirtin.

Di çalakiyê de danezanên Elmanî hatin xwendin, qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê bi dirûşmeyan hat protestokirin.

Di axaftinên çalakiyê de bang ji bo tevlîbûna meşa ji pêşiya Parlamentoya NRW heta pêşiya HBF hat kirin. Tê payîn ku ji Dusseldorf, Dortmûnd, Koln, Bonn, Essen, Dûîsbûrg, Bîelefeld û Munsterê gel tevlî meşê bibe.

KOPENHAG

Bi heman armancê li pêşiya Parlamentoya Danîmarka ya li paytext Kopenhag a Danîmarka, çalakiya kon a rojekê hat lidarxistin.

Çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarka û Komaleya Jinên Kurd a Danîmarka hat organîzekirin, îro saet 10.00’an destpê kir.

Wêneyên terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê hat pêşendan û belavok hatin belavkirin. Her wiha pêşendan sînevîzyonê hat kirin.

Di dema çalakiyê de têkîldarî terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê dosyayek radestî Parlamentoya Danîmarka hat kirin.

HELSÎNKÎ

Piştî meşa li paytext Helsînkî ya Fînlandiya, dosyayek têkîldarî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê radestî Wezareta Karên Derve hat kirin.
Meşa ji “Dêra Spî” destpê kir heta Wezareta Karên Derve ya Fînlandiya dom kir.

...