Helîn Oncu ya li Cizîrê birîndar bû rakirin nexweşxaneyê

3 jinên dema Helîn Oncu ya ji aliyê hêzên dewletê li Cizîrê hat birîndarkirin û der heqê wê de biryara tedbîrê ya DMME heye, ji bo ambûlansê radikirin û ji aliyê hêzên dewletê hatin gulebarandin, bê birîn rizgar bûn.

3 jinên dema Helîn Oncu ya ji aliyê hêzên dewletê li Cizîrê hat birîndarkirin û der heqê wê de biryara tedbîrê ya DMME heye, ji bo ambûlansê radikirin û ji aliyê hêzên dewletê hatin gulebarandin, bê birîn rizgar bûn. Jinên asê mayî ji aliyê gel hatin rizgarkirin, Oncu bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.

3 jin danê sibehê ji bo Helîn Oncu ya di êrîşa hêzên dewletê ya li ser Taxa Cûdî ya Cizîrê hat birîndarkirin û der heqê wê de ji bo rakin nexweşxaneyê biryara tedbîrê ya DMME heye çûn Taxa Cûdî. Jin bi agahiya Midûriyeta Emniyeta Cizîrê gihiştin taxê, dema hewl dan Oncu bigirin û ji taxê derkevin,  ji aliyê hêzên dewletê hatin gulebarandin. Hevseroka Meclîsa Gelê Cizîrê Asya Yuksel jî di nav de, 3 jin ji gulebarana hêzên dewletê bê birîn rizgar bûn, ji aliyê gel ji cihê asê mane hatin derxistin, Oncu jî bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.