Di çarçoveya pîrozbahiya aktivîteya duyemîn a salvegera damezirandina kantonên Rojava ya ji aliyê PYD’ê ve hat lidarxistin de, Serokê Parlementerê Başûrê Kurdistanê Yûsûf Mihemed axivî û da diyarkirin ku, avakirina kantonan di kirîza Rojhelata Navîn de, ji bo Kurdan mîladeke nû ye.
Îro li bajarê Herêma Kurdistanê Silêmaniyê bi boneya duyemîn salvegera damezrandina Kantonên Rojavayê Kurdistanê şahiyekî girseyî hat lidarxistin. Pîrozbahiya ku saet 14.00’ê li Otêla Tawara destpê kir, Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsûf, serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yûsûf Mihemed, berpirsê KCK’ê yê Herêma Kurdistanê, nûnerê HDP’ê yê Herêma Kurdistanê, her wiha nûnerên YNK, Tevgera Goran, Tevgera Azadî, Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê, Hizba Pêşerojê ya Kurdistanê, gelek rêxistinên jinan, akademîsyen û kesayetên siyasî tevlî bûn.
Pîrozbahiya bi boneya duyemîn salvegera damezrandina Kantonên Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin, bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistan û Rojava destpê kir. Di pîrozbahiyê de Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsûf ku axivî, peyama yêkîtiya neteweyî da.
‘YEKÎTIYA GELÊ KURD ÊRÎŞÊN DIJMINAN ŞIKANDIN’
Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yûsûf Mihemed axivî. Mihemed wiha got; “Îro gelê me li çar parçeyên Kurdistanê îdeolojî û alîgirtiya xwe ya partiyan daniye aliyekî, salvegera damezrandina Kantonên Rojava pîroz dike. Ez bi tevlîbûna salvegera damezrandina Kantonên Rojava ya bi ked û xwîna keç û xurtên gelê Kurd pêk hatine, serbilind im. Yekîtiya gelê Kurd li dora Rojavayê Kurdistanê çêkir, êrîşên dijmin ên li ser vî parçeyî vala derxistin. Di encama têkoşîn û berxwedanek mezin de Kanton hatin îlankirin û giha astekî ku tevahî dinyayê bi şêweyekî fermî têkilî li gel çêkirin. Weke Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî, ji bo Kantonên Rojava ji aliyê Parlamentoya Herêma Kurdistanê ve bi fermî bên naskirin, xebat hatin kirin.”
‘HERÊMA KURDISTANÊ JI BER SEDEMA HIRSA PARTIYEKÊ YA DESTHILATÊ DINAVA KRÎZÊ DE YE’
Yûsûf Mihemed di dewama axaftina xwe de minetdariya xwe ya ji bo gerîla, hêzên YPG-YPJ’ê yên di rizgarkirina Şengalê de li rex hêzên pêşmergeyan rolek serek lîstin anî ziman û peyama yêkîtiya neteweyî da. Mihemed wiha jî got; “Ji bo yekîtî û yekparçebûnê divê em nakokiyên dinava xwe de ji holê rakin. Lê mixabin li Başûrê Kurdistanê ji ber hirsa partiyekê ya desthilatê Herêma Kurdistanê dinava krîzên siyasî, aborî û civakî de ye. Çareseriya van krîzan di parçamento û hikûmetê re derbas dibe.”
‘ŞOREŞA ROJAVA MOHRA XWE LI SEDSALA 21. DA’
Hediye Yûsûf diyar kir ku nûnerên rasteqîneya şoreşa Rojava di kesayeta Arîn Mîrkan de şehîdên şoreşê ne, bi silavkirina şehîdên şoreşê dest bi axaftina xwe kir. Yûsûf diyar kir ku têkoşîna şoreşa Rojavayê Kurdistanê mohra xwe li sedsala 21. da ye û wiha axivî; “Ger ji bo şoreşa me bi ser nekeve êrîş hatibin kirin jî, her çend ku hewldanên li Rojava tinekirina îradeya gelê Kurd hatibine kirin jî, gelê Kurd li Rojava li ser bingehê îdeolojî û felsefeya Rêber Apo biryara azadiyê daye.”Hediye Yûsûf diyar kir ku rasteqîneya şoreşa Rojava şoreşa 40 milyon Kurdan li Başûr, Bakûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê ye û hedefa wan Sûriyeya demokratîk e.
‘ARÎN MÎRKAN BÛ SEMBOLA ŞOREŞA ME’
Hevseroka Kantona Cizîrê ya Rojava Hediye Yûsûf bal kişande ser rasteqîneya pêşengiya jinê di şoreşa Rojava de û wiha peyîvî; “Arîn Mîrkan bû sembola şoreşa me ya jinê. Jinên Kurd bi rasteqîneya pêşengiya xwe ya di şoreşa Rojava de, derxist holê ku jin di aliyê leşkerî, civakî, siyasî û gelek aliyan de dikare pêşengiyê bike. Jinên Kurd li hemberî dijminan bi cesaretek mezin li ber xwe dan. Weke Rêber Apo gotiye, heya ku jin azad nebe, civak azad nabe. Azadiya jinê hedefa me ya yekemîn e.”
‘PDK’Ê LI SER ROJAVA DERIYÊN BAŞÛR GIRTIN’
Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsûf minetdariya xwe ya ji bo her çar parçeyên Kurdistanê yên di dema şoreşa Rojava de di aliyê manewî û aborî de destek dan gelê Kurd anî ser ziman û partiya li Herêma Kurdistanê desthilate PDK ji ber nêzikatiyên wê yên li hemberî şoreşa Rojava jî rexne kir. Hediye Yûsûf got; “Di dema ku Rojavayê Kurdistanê ji aliyê rejîma Sûriyeyê, çeteyên DAIŞ’ê, hem jî aliyê dewleta Tirk ve dinava dorpêçê de dihat hiştin, mixabin yek ji hêzên din ên ku destek didan vê dorpêçê û Rojavayê Kurdistanê di tengasiyê de dihişt ji Başûrê Kurdistanê PDK bû. Dema gelê me li Rojavayê Kurdistanê pêwîstiya wan bi alîkariya însanî heyî, deriyên xwe girt.”
Di dawiyê de Hediye Yûsûf diyar kir ku şoreşa Rojava şoreşa çar parçeyên Kurdistanê ye, şoreş xistina destkeftiyekî mayînde, bi yekîtiya neteweyî û yekparçebûnê re gengaze û bi gotina dirûşmeya yekîtiya neteweyî û azadiyê axaftinên xwe bi dawî kir.
Di pîrozbahiyê de peyama KCK’ê berpirsê têkiliyên derve yê KCK’ê yê Herêma Kurdistanê Cemal Erdal ku axivî, salvegera damezrandina kantonan pîroz kir û diyar kir ku gelê Kurd wê li ser bingehê yekîtiya neteweyî û yekparçebûnê azadiya xwe garantî bike.
Her wiha di pîrozbahiyê de peyamên YNK, Tevgera Goran, Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê, Hizba Pêşerojê ya Kurdistanê û Tevgera Azadî hatin xwendin.
Di dawiyê de ekîba Giştî folklora Kurdistanê, koma Şehîd Berçem a ji Kampa Mexmûrê tevlî pîrozbahiyê bû û bi stranên hunermend Îhsan Zîrek bi dawî bû.