DMME, ji bo Helîn Once jî biryara tedbîrê da
DMME, ji serlêdana ji bo Helîn Once ya di encama êrîşên hezên dewleta Tirk a danê sibehê li Cizîrê birîndar bû, biryara tedbîrê da.
DMME, ji serlêdana ji bo Helîn Once ya di encama êrîşên hezên dewleta Tirk a danê sibehê li Cizîrê birîndar bû, biryara tedbîrê da.
DMME, ji serlêdana ji bo Helîn Once ya di encama êrîşên hezên dewleta Tirk a danê sibehê li Cizîrê birîndar bû, biryara tedbîrê da.
Di serlêdana Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa a ji bo Helîn Once a di encama êrîşên hêzên dewleta Tirk a bi top û tanka ya danê sibehê li hember Taxa Cûdî ya navçeya Cizîr a Şirnexê, biryara tedbîrê hat dayîn. DMME, têkildarî serlêdanên “Tedbîrên demkî” yên qetlîamên li bajarên Kurdistanê, got “Pêwîst nake”, tenê ji bo hişyarkirina Tirkiyeyê, serlêdana çaremîn a ku tenê têkildarî birîndar ji taxan bê rakirin jî hat pejirandin. Serlêdana ku îro hat kirin, DMME di nava rojê de xiste rojeva xwe, Once ya ku danê sibehê ji aliyê hêzên dewletaTirk ve hat birîndarkirin û ranekirin nexweşxaneyê biryara tedbîrê hat dayîn.
Biryara ji aliyê DMME’yê ve hat dayîn wiha ye: “Li ser xala 39. a dadgehê hikûmeta Tirkiye li ser serlêdana jiyana wê di xeteriyê de ye û ji bo parastina giştî ya fîzîkî, divê hemû ewlekarî bê girtin hat hişyar kirin.”
Di biryarê de wiha hat gotin: “Têkildarî vê rewşê û rewşên bi vî awayî, rêya hiqûq a bi bandor di serlêdanên ku parastina giştî ya fîzîkî û mafê jiyanê ya sîstema daraza Tirkiyeyê heye an na?” Hem ji hikûmetê û hem jî ji serlêdanan bersiva daxwazan hatin kirin.
Biryara tedbîrê ya DMME ya çeremîn e, rojên derbasbûyî jî ji bo Huseyîn Paksoy, Serhat Altûn, Orhan Tûnç ên li Cizîrê birîndar bûn û ji ber êrîşan bi rojan rakirina nexweşxaneyê jî biryara tedbîrê hatibû girtin. Lê ji ber biryara tedbîrê nehat pêkanîn Altûn û Paksoy jiyana xwe ji dest da. Biryara tedbîrê ya DMME’ê ya ji bo Tûnç jî duh welatiyên ku xwestin ji taxê bînin hatin gulebarandin û ji ber êrşan hê jî agahiyên zelal têkildarî Tûnç nehatiye girtin.