Mîzgîn Koçyîgît a 2’ê Kanûnê li Amedê hat qetilkirin li Farqîn hat oxirkirin

Cenazeya Mîzgîn Koçyîgît (Rûken Amed) a 2’ê Kanûna 2015’an li Qada Şêx Saîd a Amedê ji aliyê polîsên Tirk hatin qetilkirin û tespîta nasnameya wê ne rast hat kirin, ji Êlihê hat wergirtin û li Farqînê hat defnkirin.

Cenazeya Mîzgîn Koçyîgît (Rûken Amed) a 2’ê Kanûna 2015’an li Qada Şêx Saîd a Amedê ji aliyê polîsên Tirk hatin qetilkirin û tespîta nasnameya wê ne rast hat kirin, ji Êlihê hat wergirtin û li Farqînê hat defnkirin.

Cenazeya Mîzgîn Koçyîgît (Rûken Amed) a 2’ê Kanûna 2015’an li Qada Şêx Saîd a Amedê ji aliyê polîsên Tirk hat qetilkirin û di encama tespîta ne rast a nasnameyê li gundê Derekoy ê Êlihê hatibû defnkirin, anîn Farqînê û li vir hat defnkirin. Di dema bûyerê de ji ber tespîta ne rast a cenazeyê, hatibû diyarkirin ku cenaze aîdî Guler Eroglû ye, li ser vê malbata Eroglû cenaze wergirtibû û li gundê Derekoy ê girêdayî Êlihê defn kiribû.  Malbata Koçyîgît pîştî agahî girt ket tevgerê, serlêdan kir û mînakên xwînê dan. Li ser lihevkirina xwînê, malbata Koçyîgît cenazeyê li gundê Derekoy ê Êlihê hatibû defnkirin girtin û anîn gundê Şêrelî (Dagarcik) ê Farqînê.

Dayik Hatûn Koçyîgît di ketina gund de cenazeyê keça xwe bi rondik û lorikan pêşwazî kir, wiha got: “Keça me bûka Kurdistanê ye. Xwedê vê şerefê nade her kesî. Da min û malbata min. Keça min şehîda Kurdistanê ye.” Cenazeya bi alên kesk, sor û zer pêçayî jinan girtin ser milên xwe, bi dirûşmeyên, “Şehîd Namirin” anîn heta goristanê. Cenazeya Koçyîgît bi tîlîliyan sipartin axê.

Di merasîmê de Hevserokê Şaxa Êlihê yê MEYA-DER’ê Şukru Baytar axivî, got azadiya gelê Kurd nêz e, wiha dewam kir: “Wezîfeya me li ser felsefeya Rêber Apo, dewamkirina têkoşîna şehîdên me ne.”

Dayik Hatûn Koçyîgît jî wiha got: “Piştî ewqas şerî divê Kurdên xayîn xwe sererast bikin. Heta ew xwe sererast nekin ev kar nabe. Ez dibêjim êdî bila ciwan nemirin û êdî bes e. Mirin emrê Xwedê ye, lê zarokên me bila bi guleyan nemirin.”  Axaftina xwe bi gotinên “Aştî, aştî, aştî” bi dawî kir.

Bav Mehmet Koçyîgît ji bo Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan fêm bike got wê axaftina xwe bi Tirkî bike, gotinên Erdogan ên “Yek ziman, yek dewlet, yek al” bi bîr xist, wiha pirs kir: “Ji ber çi şerê Çanakkale de nedigotin yek ziman, al û dewlet?” Di dewama axaftinê de wiha ragihand: “Ev welat ne malê kesî ye. Ne yê Erdogan e jî. Roj wê were Erdogan wê biçe. Wek Sedam Huseyînê bi çekên kîmyewî bi hezaran ji gelê Kurd qetil kir, ew ê jî biçe. Em bawer dikin çi hatibe serê Sedam Huseyîn wê heman aqûbetê Erdogan jî bijî.”

Piştî axaftinan, girse ji bo sersaxiyê derbasî gundê Heremo (Çigyatagi) bû.