Dîlek Ocalan: Divê ji bo azadiya Birêz Ocalan gav bên avêtin

Parlamentera HDP’ê Dîlek Ocalan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga gavên cîdî kir.

Parlamentera HDP’ê Dîlek Ocalan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga gavên cîdî kir.

Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan têkîldarî şertên giran ên tecrîdê û agahî negirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Birayê Ocalan Mehmet Ocalan jî tevlî civîna çapemeniyê bû. 

Dîlek Ocalan banga demildest bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan kir, wiha dom kir: “Îro hem wek parlamentera HDP’ê hem jî wek xizmê Birêz Abdullah Ocalan, bi malbatên din ên li Îmraliyê girtî re em li pêşberî we ne.” Ocalan ragihand ku her diçe şertên tecrîda girankîrî ya li Îmraliyê hê tê kûrkirin, bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji 27’ê Tirmeha 2011’an ve bi parêzeran, ji 6’ê Cotmeha 2014’an ve bi malbatê re, ji 5’ê Nîsana 2015’an ve bi heyeta Îmraliyê hevdîtin tên astengkirin û di 26’ê Kanûna 2015’an de 2 girtiyên li gel naqlî Girtîgeha Silîvriyê hatine kirin.

‘MÎLYONAN KES BI FIKAR IN’

Ocalan diyar kir ku Wezareta Edaletê ji Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan re têkîldarî sirgûnkirinê bersiva “karên rûtîn” daye, wiha dom kir: “Ev bersiv, nêzîkatiyek bê cîdiyet e.” Ocalan têkîldarî rewşa Ocalan got milyonan kes bi fikar in.

BANGA ‘SEKRETERYAYÊ’

Ocalan grevên birçîbûnê yên 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan bi şîara “Ocalan îradeya me ye” bi bîr xist, wiha got: “Ev berxwedan piştî sozên rakirina tecrîdê û sererastkirina şertên hevdîtina bi Birêz Ocalan re hat bidawîkirin û pêvajoya çareseriya demokratîk destpê kir. Lê, em dibînin ku hikûmet sozê xwe nagire. Maseya diyalogê noq kir, tecrîd giran kir û welat ajot kaosê. Rêya yekane ya derketina ji kaosê; li maseyê vegerîn û muzakere destpêkirin e. Divê hikûmet pêwîstiyên saziya Sekreteryayê ya pêşniyara hikûmetê bû û mayindebûn dixwest, demildest bi cih bîne.”

 ‘DIVÊ RAYA GIŞTÎ HESTIYAR BE; AZADIYÊ BIXE ROJEVÊ’

Ocalan ragihand ku divê raya giştî ya demokratîk hestiyar be, wiha dom kir: “Ji bo avakirina atmosferek bê pevçûnî û mayindekirina aştiyê divê tecrîda li ser Birêz Ocalan ê sermuzakerevanê pêvajoyê ye bê rakirin, azadiya wî bi lezgînî em bixin rojeva xwe.”

LI HEMBER BÊDENGBÛNA EWROPA BERTEK

Ocalan, îmzeyên ji bo azadiya Ocalan ên Tirmeha 2005’an- Gulana 2006’an û Îlona 2012’an û Sibata 2015’an bi bîr xist, wiha got: “Ev îmze ne tenê ji aliyê Komara Tirkiye ji aliyê dewletên Yekîtiya Ewropa jî wek tine tê hesibandin û ji bo azadiya Birêz Ocalan ti tiştek nayê kirin.” 

Ocalan, çalakiyên Nobedê yên ji 25’ê Hezîrana 2013’an ve li pêşiya Konseya Ewropa ya li Strasbourgê jî anî ziman, armanca çalakiyê vegot, wiha dewam kir: “li hember vê çalakiyê jî bêdeng mayîn, careke din nîşan dide ku Dewletên Yekîtiya Ewropa jî li hember daxwaza ‘Ji Ocalan re Azadî, Ji Kurdistan Re Statu’ bêdeng in.”

 ‘EM WEK MALBAT QEBÛL NAKIN’

Ocalan daxuyaniya Nasrûllah Kûran û Çetîn Arkaş ên ji Girava Îmraliyê hatin sirgûnkirin a “Li vir peyam ne ji bo me ye, ji bo Ocalan e. Ev şantajek pir aşkera ye” bi bîr xist, wiha dawî li gotinên xwe anî: 

“Ti milê vê tecrîd û pêkanînên kêfî yên exlaqî û hiqûqî tineye. Em wek malbat, ti agahiyên me têkîldarî tendurdistî û rewşa ewlekariyê ya Abdullah Ocalan tineye. Em vê rewşa bi kêfî ji mafê xwe bûyinê wek malbat qebûl nakin.”