Konsolê Hewlerê yê Amerîka Matthîas Mîtman di panelekê de bal kişand ser qrîza aborî ya li Başûrê Kurdistanê wiha got: “Hikûmeta Başûrê Kurdistanê tevahî polîtîkayên xwe yên aborî li ser petrolê ava dike, ev ne rast e.”
Konsolê Hewlerê yê Amerîka Matthîas Mîtman, li Zanîngeha Amerîkan a li Silêmaniyê tevlî panelek bi mijara qrîza aboriya Başûrê Kurdistanê bû, li vir axivî. Di axaftinên xwe de wiha got: “Divê hikûmet pêşketina xwe ya aborî tenê bi pereyên petrolê girê nede, bi ser nelirêtiyên li herêmê de biçe, ji bo cotkarî û tûrîzmê karên cîdî bike.”
Mîtman di axaftinên xwe de bal kişand ser têkîliyên qut ên di navbera rêveberiyên Hewlêr û Bexdeyê, diyar kir ku yek ji sedema qrîzê jî ev qutbûn e, wiha domand: “Divê têkîliyên di navbera Bexde û Hewlêrê ji nû ve bê destpêkirin û bê sexlemkirin.”
Matthîas Mîtman têkîldarî mûçeyên memûran ên nayên dayîn jî wiha ragihand: “Em dizanin ku ji ber qrîza aborî ev 5 meh in hikûmet mûçeyên memûran nade. Divê mûçeyên memûran neyê xwarin. Ji bo dayina mûçeyên memûran hikûmet çi ji dest tê divê pêk bîne.”
Dîplomatê Amerîkayî têkîldarî nelirêtiyên Başûrê Kurdistanê jî axivî, got eger wê bac bê girtin divê ji her kesî bê girtin, wiha dewam kir: “Divê pêşî li kesên hewl didin bacê nedin bê girtin û li tevahî sazî û dezgehan rişwet bên astengkirin.”