Ji meşvanên Botanê banga serhildanê

Li ser banga DBP û HDP'ê ji bo piştgiriya berxwedana Botanê ji gelek bajaran bi sedan welatî hatin Nisêbînê.

Hemwelatiyên tevlî meşê bûne destnîşan kirin ku ji bo şerê tevkujiya AKP’ê rawestinîn û piştgiriyê bidin gelê Botanê hatine. Çalakvanên banga serhildanê li gelê Kurd kirin. 

Hemwelatiyên di pêşengiya DBP û HDP'ê ji bo hevgirtina bi berxwederên Botanê ji Wan û Mêrdînê re derketin gihiştin Nisêbînê. Çalakvan meşê li Taxa Girêmîra ya Nisêbînê dest bi çalakiya nobedê kirin. Welatiyên ku tevlî gava yekem a Botanê bûn derbarê çalakiyê de axivîn. Dayika bi navê Zelîha Gunay ku ji Mêrdînê beşdarî meşê bûye, diyar kir ku ew ji bo şerê tevkujiyê asteng bikin û piştgiriyê bidin berxwedana Botanê derketine rê. Gunay got ku wê li hemberî kesê şer dispêrên wan şer bikin. Gunay da zanîn ku cenazeyê wan bi rojan li kolanan dimînin û van pêkanîn qebûl nakin. 

'LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN EM Ê Lİ BER XWE BIDIN'

Endama Meclîsa Dayikê Aşîtiyê ya Wanê Perîxan Aslan jî anî ziman ku ji bo berxwedana Cizîr û Silopiya  slav bikin û piştgiriyê bidin hatine Nisêbînê. Aslan daxuyand ku wê wek dayikan li hember şerê AKP’ê bisekinin û ew ê biçin li navçeyên berxwedanê bedena xwe bikin mertal û tevlî berxwedanê bibin. Alsan diyar kir ku ji bo ew xwînê rawestinîn wê ligel hemû astengiya jî biçin Cizîr û Silopiyayê û birînên gelê xwe bipêçin. Aslan got ku heta êrîş li ser gelê wan hebe wê li ber xwe bidin û xwedî li cangoriyên xwe derkevin. 

'EM TI CARÎ ÊRÎŞAN QEBÛL NAKIN'

Welatiyê bi navê Îbrahîm Akbaba yê ji Qoserê beşdarî çalakiyê bû jî anî ziman ku ew beriya her tiştî wek Qoseriyekî rexnedayîna xwe didin gelê di nav berxwedanê de ye û bang li hemû kesî kir ku bên tevlî meşa wan bibin. Akbaba der bir ku ew ê ti caran êrîşên li ser gelê Botanê û Kurdîstanê qebûl nekin û banga hevgirtinê kir. 

'EM LI CEM GELÊ BOTANÊ NE'

Welatiyê bi navê Salîh Kurt ê ji Wanê jî da zanîn ku ligel ku axa gelê Kurd kirine 4 parçe jî bi ti kesî dijminahî nekirine. Kurt da zanîn ku her tim li ser gelê Kurd zilma dewletên dagirker heye û îro jî ev zilm berdewam dike. Kurt destnîşan kir ku ji bo dawî li zilma li ser gelê Botanê bînin tevlî vê meşê bûye. Kurt bilêv kir ku ji bo Kurdistan nebe wek welatên din ên Rojhilata Navîn wê li pişta gelê xwe bibin û banga serhildana giştî li gel kir. 

'EM Ê Bİ BERXWEDANÊ SERBİKEVİN'

Welatiyê bi navê Şukru Yavuz ê ji navçeya Şaxê ya Wanê jî hate destnîşan kir ku ji bo ew ji êrîş û polîtîkayên tecrîdkirina AKP’ê re bêjin êdî bes e û qedexeyên li Kurdîstanê rakin ber bi Botanê ve dimeşin û got ku ew ê bi berxwedana xwe wê bi ser kevin. Yavuz da zanîn ku serketin a gelê li ber xwe dide ye û banga serhildanê li gelê Kurdistanê kir.