Sariyildiz êrîş vegot, 9 pirs ji hikûmetê kir
Parlamenterê HDP’ê Sariyildiz, têkîldarî êrîşa dewleta Tirk a duh li Cizîrê pêşnûmepirsek da. Bal kişand kêliya ku li gel bi wezaretê re hevdîtin pêktanî jî êrîş berdewam dikirin.
Parlamenterê HDP’ê Sariyildiz, têkîldarî êrîşa dewleta Tirk a duh li Cizîrê pêşnûmepirsek da. Bal kişand kêliya ku li gel bi wezaretê re hevdîtin pêktanî jî êrîş berdewam dikirin.
Parlamenterê HDP’ê Sariyildiz, têkîldarî êrîşa dewleta Tirk a duh li Cizîrê pêşnûmepirsek da. Bal kişand kêliya ku li gel bi wezaretê re hevdîtin pêktanî jî êrîş berdewam dikirin. Sariyildiz wiha anî ziman: “Welatiyên birîndar dema ku bi ambûlansê anîn, bi neçarî me hemû li ser hev, li wesayîta cenazeya ya girêdayî Şaredariya Cizîrê bar kir.” Sariyildiz diyar kir ku dema hewl dan birîndaran rakin nexweşxaneyê polîsekî wiha got: “Jixwe kêliyên xwe yên dawî dijî”.
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, têkildarî êrîşa hêzên dewletê ya li ser koma ku ew bi xwe jî di nav de, pêşnûmepirsek li ser daxwaza bersivdayina Wezîrê Karê Hindir Efkan Ala da.
Parlamenterê HDP’ê Sariyildiz bersiva van pirsan ji Efkan Ala xwest:
“Tevî bi peyama nivîskî SMS a ‘Qeymeqamê hêja komek ji 10-15 kesan ên ji malbatên birîndar û cenazeyan ber bi Taxa Cûdiyê ve ketine rê’ ji bo Qeymeqamê Cizîrê jî, ji ber çi gule li ser koma ku ez jî di nav de ya ku birîndar û cenaze radikirin hatin reşandin? Fermana gulereşandinê kê daye?
Têkildarî gulereşandina ji 2 wesayîtên zirxî yên ku ferman dane û têkildarî qeymeqamê Cizîrê heta niha lêgerîna edlî/îdarî lêpirsîn hatiye destpêkirin? Eger hatibe destpêkirin naveroka vê lêpirsînê çi ye? Eger nehatibe destpêkirin, çima têkildarî hêzên dewletê lêpirsîn nayê destpêkirin? Dîmenên di wesayîtên zirxî de hatine lêkolînkirin?
Têkildarî cihê bûyerê û dîmendên di wesayîtên zirxî, kamereyên mobesa ên li ser rê û kolanan ji aliyê rêvebirên wezaretê ve hatine lêkolînkirin? Têkildarî lêkolînkirinê heta niha ferman hatiye dayîn?
Têkildarî peyama ku cih, dem û jimarkomê de ya min ji bo qeymeqamê Cizîrê re şand, ji bo wezaret di nav de, Waliyê Şirnexê û amîrên têkildar hatiye ragihandin? Eger nehatibe ragihadin sedem çi ye?
Di gulereşandina hêzên dewleta Tirk a li hember gel, Abdûlhamît Poçal û Selman Erdogan ên jiyana xwe ji dest dan, têkildarî nasnameya leşkeran ji aliyê wezaretê ve lêpirsîn hatiye destpêkirin? Jimara leşkerên ku gulereşandî çiqasî têkildarî vê xebatek tê meşandine? Eger hatibe tespîtkirin çend kes in? Ji van çend kes kadroyên hêza ewlekariya girêdayî wezaretê ne?
Mala ku bi neçarî me xwe lê parast ji aliyê kijan meqamê îdareyê ve fermana gulan li ser bireşînin hat dayîn? Tevî Serokwekîlê Koma me Birêz Îdrîs Balûken û parlamenterên partiya me li gel hevdîtina bi rêveberên wezaretê re ji bo rawestandina guleyan ferman hat dayîn jî, lê ji aliyê wesayîtên zirxî ve mala ku em lê bûn hatin gulebaradin? Têkildarî hêzên dewletê yên ku fermana gulereşandinê dan, lêpirsîn hatiye destpêkirin an na?
Sedemê rawestandina wesayîta ku girêdayî Şaredariya Cizîrê ya ku birîndar tê de bû li pêşiya qereqola Mûrat Akançay çi ye? Li şûna bilez gihandina nexweşxaneyê li pêşiya qereqolê astengkirin çi ye? Detayên ketin û derketina qereqolê hatiye lêkolînkirin?
Li gorî agahiyên şahidan, birîndar li pêşiya avahiya qereqolê hatin êşkencekirin û heqaret lê wan hat kirin û hê Abdûrehman Poçal jiyana xwe ji dest nedabû bi erdê ve hatiye kaşkirin. Têkildarî hêzên dewletê heta niha lêpirsîn hatiye destpêkirin? Eger nehatibe destpêkirin sedema wê çi ye?
Kamerayên li qereqolê ji aliyê wezaretê ve hatiye lêkolînkirin? Ji ber sedema ku dereng rakirina nexweşxaneyê, Abdûrehman Poçal û Selman Erdogan jiyana xwe ji dest dane, têkildarî hemû personelên qereqolê lêkolînek edlî/îdarî û lêpirsînek heye an na? Eger heye naveroka wê çi ye? Eger nîne sedem çi ye?