Girseya ku terora dewletê protesto dikir rastî êrîşa polîsan hat
Girseya ku ji bo terora dewleta Tirk a li hember gelê Kurd li Edeneyê protesto bikin meşek lidarxistin rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê hatin.

Li Edeneyê di pêşengtiya HDP, HDK û KJA’yê de bi sedan kes li pêşiya avahiya Nûnertiya HDP’ê ya Taxa Barbaros a navçeya Seyhanê kom bûn. Ji bo protestokirina operasyonên qirkirinê yên dewleta Tirk a li hember Kurdistanê meşek lidar xistin. Polîsan bi wesayîtên zirxî tax xistin bin dorpêçê, bi bombeyên gazê êrîşî girseyê kirin.
Rexmê êrîşan jî komê li nava kolanan de meşa xwe li ser rêya Emînaga berdewam kir. Hat dîtin ku helîkopter li ser taxê re pir nizm firîn, li ser êrîşa polîsan jî dikandaran bertek nîşandan û derabeyên dikanan girtin. Polîsan dîsa bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî girseyê kir, li ser êrîşan girse ket xweparastinê û bersiv da polîsan.
Polîsên Tirk ên nikarîn berxwedana gel bişkînin bi neçarî ji taxê derketin.