KURDISTAN
Di encamnameyê de hate ragihandin ku konferansê îradeya çareseriyê daniye holê û civaka Êzidî li hemberî siyaseta helandinê dixwaze bi entegrasyoneke demokratîk mafên xwe misoger bike.
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk a Şengalê” bı panela 3'Emîn bi dawî bû. Di konferansê de hat diyarkirin ku divê Iraq civaka Êzidî neteweyek ji Iraqê nas bike û hat gotin ku her dem her pêngavekê de jinê hebûna xwe û nasnameya xwe parastiye."
"Entegrasyona demokratîk ji bo Êzîdiyan meşeke dirêj û bi israr e ku dewletê biçûk dike û civakê mezin dike; bîra qirkirinê vediguherîne avakariya siyasî. Meclîs divê hêzên parastina cewherî bi perspektîfa neteweya demokratîk koordîne bike."
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk" a li Şengalê, bi rûniştina ‘Fermana 2014 û Lêgerîna Edaletê’ dewam dike.
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk" a li Şengalê bi panela yekemîn dewam dike. Di konferansê de hate ragihandin ku divê dîrok baş bê xwendin û hate gotin, "Divê ferman ne tenê weke karesat, lê weke dersên ji bo paşerojê bê dîtin."
Hemû Nûçe
-
-
-
-
Ji bo Paksoy mewlûd hat dayîn
Ji bo Huseyîn Paksoy ê di terora dewletê ya li Cizîrê de roja 14’ê Çileyê ji aliyê hêzên dewletê hat birîndarkirin û rakirina wî ya nexweşxaneyê 4 rojan hat astengkirin, li Qilebanê bi tevlîbûna hezaran ve mewlûd hat dayîn.
-
-
-
Ji bo şervanê YPG'ê Îke mewlûd hat dayîn
Ji bo şervanê YPG'ê Hasan Îke yê li Kobanê jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn. Ji xizmên Îke Marûf Îke li vir peyivî û got, "Wehşeta li bajarên me tê kirin û wehşeta çeteyên DAIŞ'ê dike, yek e."
-
-
Ziyaretkirina rojnamevanê birîndar jî qedexe ye
Ziyaretkirina kameramanê IMC TV Refîk Tekîn ê li Cizîrê bi guleya hêzên dewletê birîndar bû, niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê tê dermankirin, bi îdîaya 'der heqê wî de biryara girtinê heye' hat qedexekirin.
-
-
Cenazeyên 5 kesan rakirin Şirnexê
Cenazeyên 3 kesên li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin û cenazeyên endamê Meclîsa Şaredariyê Abdulhamît Poçal û Selman Erdogan ên ji bo rakirina cenazeyan çûn taxa Cûdî, lê ew jî bi guleyên polîsan hatin qetilkirin, rakirin Şirnexê.
-
Encu: Heta azadiyê em ê li ber xwe bidin!
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu da xuyakirin, ku gelê Silopiyayê yê 37 roja li dijî zilma dewletê li ber xwe da, heta dawiyê wê li ber xwe bide û got, "Em ê her li ber xwe bidin. Heta berxwedanê em ê li ber xwe bidin."
-
Li Hezexê amadekariya êrîşan tê kirin
Li Hezexê, ku gel vîna xwerêveberiyê ragihand, hêzên dewleta Tirk amadekariya êrîşê dikin. Tevî pêla binçavkirina a bi rojan e dewam dike, ji personelên tenduristiyê hat xwestin ku mala xwe bar bikin lojmanên dewletê yên li nêzî nexweşxaneyê.
-
-
-
-
Li Cizîrê jinek birîndar bû
Li Cizîrê ku dorpêçî û terora dewletê lê dewam dike, ji ber guleyên polîsên Tirk li taxa Sûrê jineke bi navê Hêlîn Oncu birîndar bû.
-
-
-
Berxwedana li Geverê bi ser ket
Hêzên dewleta Tirk ên hewl dan bikevin nava taxa Gungor a Geverê, li pêşberî berxwedana hêzên xwerêveberiyê neçar man xwe vekişînin. Di encama teqîneke li taxê de maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra bi temamî rûxiya.
-
'Xwestin ferdên malbatê yek bi yek qetil bikin'
Li navçeya Şirnex Silopiyayê, ferdên malbata Taybet Înan a ku di êrîşên qirkirinê de hate qetilkirin diyar kirin ku dema çûn Înan xilas bikin hêzên dewletê xwestin wan hemûyan yek bi yek qetil bikin.
-
Armanca tecrîd û êrîşan bi ser xistina komployê ye
Berdevkê Komîteya Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî ya li Başûrê Kurdistanê Qadir got, "Azadiya Kurdan bi azadiya Ocalan re dibe." Qadir bang li Kurdan kir, ku her cihê lê ne veguherînin qadên têkoşîna ji bo azadiya Ocalan.
-
Li Ewropayê çalakiyên edaletê
Ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiyên 'em edaletê dixwazin' ên li bajarên Ewropayê tên lidarxistin, duh jî dewam kirin.
-
-