Berxwedana li Geverê bi ser ket
Hêzên dewleta Tirk ên hewl dan bikevin nava taxa Gungor a Geverê, li pêşberî berxwedana hêzên xwerêveberiyê neçar man xwe vekişînin. Di encama teqîneke li taxê de maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra bi temamî rûxiya.
Hêzên dewleta Tirk ên hewl dan bikevin nava taxa Gungor a Geverê, li pêşberî berxwedana hêzên xwerêveberiyê neçar man xwe vekişînin. Di encama teqîneke li taxê de maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra bi temamî rûxiya.
Hêzên dewleta Tirk duh bi şev bi gelek maşînên zirxî yên bi tîpa Kobra û Kîrpî û kepçeyên zirxî, li hemberî Taxa Gungor a navçeya Colemêrg Geverê operasyonek pêk anîn. Hêzên dewleta Tirk ên ku bi maşînên zirxî dor li Kolana 23'ê Nîsanê girtin, gule li bendan û kolanan reşandin. Hêzên xweparastinê jî di cih de bersiv dan û li ser vê yekê şerekî dijwar qewimî.
Nîvê şevê saet di 02:00 de li heman kolanê, di dema derbasbûna maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra de teqîneke dijwar rû da. Di encama teqînê de maşîna zirxî parça parçe bû û parçeyên wê li derdorê belav bûn. Gelek cebilxaneya ji nava maşînê derket, ket destê hêzên xweparastinê. Parçeyên mezin ên maşînê li dîwarên avahiyan çikiyan.
Hêzen dewleta Tirk piştî teqînê bi 5 maşînên zirxî yên bi tîpa Kîrpî hêzên xwe sewqî herêmê kirin û parçeyên maşîna zirxî ya hat rûxandin, bi dû xwe ve kaş kirin û ji taxê derxistin. Şahidên bûyerê diyar kirin ku tîmên taybet ji hev re gotine, "Şehîdên me hene, bilezînin". Hat ragihandin ku 6 ji birîndaran jî rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.
Hêzên dewleta Tirk gule li malên li derdorê reşandin û li ser bersiva hêzên xweparastinê, bi maşînên zirxî saet di 05:00 de ji taxê vekişiyan.