Cenazeyên 5 kesan rakirin Şirnexê

Cenazeyên 3 kesên li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin û cenazeyên endamê Meclîsa Şaredariyê Abdulhamît Poçal û Selman Erdogan ên ji bo rakirina cenazeyan çûn taxa Cûdî, lê ew jî bi guleyên polîsan hatin qetilkirin, rakirin Şirnexê.

Cenazeyên Serhat Altûn, Ahmet Tûnç, Mehmet Kaplan, Abdulhamît Poçal û Selman Erdogan ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Di vê navberê de cenazeyê kesekî nasnameya wî nehatibû diyarkirin ên duh bi cenazeyên Axîn Kanat (16), Reşît Eren (17) û Hazal Konûr (20) ji bo otopsiyê ji Silopiyayê rakirin Şirnexê, di encama teşxîsa ji aliyê malbatê ve hat kirin de derket holê ku Mehmet Şîrîn Ozdek e.

Ozdek da xuyakirin, ku kurê wan di rojên destpêkê yên terora dewletê ya li Silopiyayê de hatiye qetilkirin, lê belê ji ber êrîşan nikarî cenazeyê xwe rakin.

Piştî otopsiyê cenazeyên Konûr û Ozdek ji bo were veşartin şandin Silopiyayê.

Cenazeyên Kanat û Eren jî danê vê sibehê ji bo defnkirinê şandibûn Silopiyayê.