Hizbî Şûî: Eger krîza li Başûrê Kurdistanê çareser nebe, wê şerê navxweyî rû bide

Endamê Komîteya Navendî ya Hizbî Şûî (Partiya Komunîst) Mûhsîn Kerîm destnîşan kir, ku di bingeha krîza aborî û siyasî ya li Başûrê Kurdistanê de ne bêperetî, bêrêtî heye.

Endamê Komîteya Navendî ya Hizbî Şûî (Partiya Komunîst) Mûhsîn Kerîm destnîşan kir, ku di bingeha krîza aborî û siyasî ya li Başûrê Kurdistanê de ne bêperetî, bêrêtî heye.

Mûhsîn Kerîm ji ANF'ê re axivî û got, "Hemû partiyên hikûmetê, berjewendiyên xwe esas digirin. Lewma pirsgirêk çareser nabe. Eger ev krîz neyê çareserkirin, wê şerekî navxweyî rû bide."

'KRÎZ NEYÊ ÇARESERKIRIN WÊ ŞERÊ NAVXWEYÎ RÛ BIDE'

Kerîm da zanîn, ku ne rast e ji krîza li Başûrê Kurdistanê, Iraq an jî cihekî din berpirsyar were dîtin û hişyarî da, ku eger krîz neyê çareserkirin dibe ku şerekî navxweyî derkeve. Kerîm got, "Ji krîza heyî hikûmet berpirsyar e. Ji ber ku ew xwedî rêveberiyê ne. Eger gelê Başûrê Kurdistanê îro ji ber nediyariya siyasî û krîza aboriyê nerazîbûnê nîşan dide, sedema vê yekê ew e ku herêm baş nehatiye rêvebirin. Nîşandana nerazîbûnê mafê herî xwezayî yê civakê ye. Ev nerazîbûn dikare mezintir û berfirehtir bibe. Dibe ku ne bi tenê meşên karmendan û grevan be. Pêkane ku tevgerên gel ên xwe dispêrin rêxistiniya civakî ya berfireh ji hemû beşên civakê, xwe bidin der. Ez dikarim vê jî bêjim; eger ev krîza siyasî û aborî bi vî rengî dewam bike, encam dikare bibe şerê navxweyî."

'PARTÎ BERJEWENDIYÊN XWE ESAS DIGIRIN'

Kerîm diyar kir ku wan bi partiyên hikûmetê re gelek caran civîn lidar xistin, lê belê ji vê krîzê re çareserî nedîtine û got, "Ji ber ku her kes berjewendiyên xwe esas digirin. Tevî ku li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin jî radibin dibêjin ku ew li ser navê gel dikin û bi vî rengî manîpulasyonê diafirînin. Yên ku dema li derveyî hikûmetê bûn gotin ew li ser navê gel tevdigerin û ji bo demokratîkbûyînê têdikoşin, dema ketin nava hikûmetê, berjewendiyên xwe esas girtin."

'DIVÊ PÊŞÎ LI MÛÇEYAN NEYÊ BIRÎN, PÊŞÎ LI KARÊN NE LI RÊ WERE BIRÎN'

Endamê Komîteya Navenda Partiyê ya Partiya Komunîst Mûhsîn Kerîm, biryara hikûmetê ya ku mûçeyan di asta nîvî de kêm dike rexne kir û destnîşan kir, ku li şûna birîna mûçeyên karmendan, bila pêşî li karên ne li rê bibirin.

Kerîm da zanîn ku yên dibêjin 'li Başûrê Kurdistanê pere nîne' rast nabêjin û got, "Li Başûrê Kurdistanê çavkaniyên hatineya aboriyê têra xwe zêde ne. Ne tenê hatineya ji petrolê, hatineya ji bacê jî heye. Gelek çavkaniyên cuda hene û eger bê xwestin, wê karibin bi hêsanî bersivê bidin pêwîstiyên gel û krîzê çareser bikin."

Kerîm destnîşan kir ku ji sedî 20 ê hatineyên herêmê ji gel re tê dayîn, yên mayî jî bi karên ne li rê dikevin kasayên rêveberan.

Kerîm li ser sedema krîza aboriyê ev nirxandin kir: "Ji sedî 70-80 ê hatineyan dikevin kasayên rêveberên desthilatdariyê. Ji ber vê yekê krîz rû dide. Şerê li dijî DAIŞ'ê ji xwe re dikin hincet û krîzê diafirînin. Gelê ku îro dadikeve qadan û hikûmetê protesto dike, haya xwe ji vê rastiyê heye."

...