Ji bo şervanê YPG'ê Îke mewlûd hat dayîn

Ji bo şervanê YPG'ê Hasan Îke yê li Kobanê jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn. Ji xizmên Îke Marûf Îke li vir peyivî û got, "Wehşeta li bajarên me tê kirin û wehşeta çeteyên DAIŞ'ê dike, yek e."

Ji bo şervanê YPG'ê Hasan Îke (Halîl Hamza Cûdî) yê ku li Kantona Kobanê di şerê 19'ê Çileyê yê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de tevî 3 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da û li Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya Kobanê hat veşartin, li taxa Gundogdû ya Şirnexê ji aliyê malbata wî û MEYA-DER'ê ve mewlûd hat dayîn. Tevî parlamenterên HDP'ê Tûgba Hezer û Abdûllah Zeydan bi hezaran kes li mewlûdê amade bûn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, gireya gel bi yek dengî dirûşma "Şehîd Namirin" qîriya.

Nûnerê MEYA-DER'ê yê Botanê Qasim Yîgît li mewlûdê axivî û ji malbata Îke û tevahiya gelê Kurd re sersaxî xwest. Yîgît got, "Yek ji destketiyên gelê Kurd ên bi xwîna xwe qezenc kiriye, keleha berxwedanê Kobanê ye. Em careke din soz didin ku em ê xwedî li bîranîna şehîdên xwe yên di vê oxirê de canê xwe feda kirine, derkevin. Em ê berxwedana Kobanê jî bi ser bixînin."

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer dûre axivî û da zanîn ku bi desteka hikûmeta AKP'ê re li Kobanê hovîtiyeke mezin rû da. Hezer got, "Li bin guhê berxwedana gelê Kurd ketin. Lê belê heman zîhniyet îro li Bakurê Kurdistanê komkujiyan dike û bi vî rengî hewl dide gel teslîm bigire. Lê vî gelî bi salan berdêl daye, xwedî li rûmeta xwe derketiye û ti carî nehatiye ser çokan." Hezer diyar kir ku divê gelê Kurd li hemberî van êrîşan bibe yek û da zanîn ku êrîş wê bi berxwedanê bê şikandin.

Ji xizmên şervanê YPG'ê Hasan Îke Marûf Îke ji gelê Kurd re sersaxî xwest û got, "Şehîd Hamza ne şehîdê destpêkê ye ne jî yê dawiyê. Em kujerên van gelekî baş nas dikin. Yên ku îro li Cizîr, Silopiya, Sûrê gelê m qetil dikin, li Şirnexê cenazeyê H. Lokman Bîrlîk li pişt maşîna zirxî girê dan û bi erdê re kaş kirin. Wehşeta li bajarên me tê kirin û wehşeta çeteyên DAIŞ'ê dike, yek e." Îke bang li gelê Kurd kir ku li dijî zilmê bibe yek û li ber xwe bide.

Piştî axaftinan, xwarina xêrê li amadeyan hat belavkirin û dua hatin xwendin.