BI DÎMEN

6 malbatên ji zilma DAIŞ’ê reviyan xwe avêtin bextê hêzên Kurd

6 malbatên li Hewîce ji DAIŞ’ê reviyan û xwe avêtin bextê hêzên Kurd. Muxtarê Gund Abdûllah Xelaf Mehdî wiha got: “DAIŞ, ji bo em birevin malên me vala dikin û dişewitînin.”

6 malbatên nêzî 35 kesî yên li gundê Hegegat a girêdayî Hewîceya Kerkûkê dijîn, ji zilma DAIŞ’ê reviyan û xwe avêtin bextê hêzên Kurd.

Li xeta sînorê Kerkûkê ev nêzî hefteyekê ye cih bi cih şer diqewime. Mirovên li cihên di bin kontrola DAIŞ’ê de dijîn mirinê didin ber çavên xwe û direvin. Duh danê êvarî 6 malbatên nêzî 35 kesî yên li gundê Hegegat a girêdayî Hewîceya Kerkûkê dijîn, ji DAIŞ’ê reviyan û xwe avêtin bextê hêzên Kurd. Li ser navê malbatan Muxtarê Gund Abdûllah Xelaf Mehdî daxuyanî da, wiha got: “DAIŞ, bi pîvanên xwe yên tund gel jehrî kiriye û tarûmar kiriye. Zarokên me digirin, pereyên me digirin, malên me bi bombeyan hildiweşînin. Dîsa ji bo tevlî xwe bikin zextê bikar tînin, yên vê nekir an ceza dikin an jî dikujin.”

‘PIŞTÎ EM DIRÊVIN KEMÎNÊN BI MAYIN DATÎNIN’

Mehdî ragihand ku ji bo ji zilma DAIŞ’ê birevin bi neçarî dest ji mal û milkê xwe berdane, wiha domand: “Min di karên gund de cih digirt û di heman demê de ez muxtarê gundê Hegegat im. DAIŞ, ji bo em birevin malan bi bombeyan diteqînin, dişewitînin.

Piştî em direvin jî ji bo dema gerîla an jî peşmerge hatin qadê bi wan biteqin mayinan datînin. Em jî di bin zexta DAIŞ’ê de tî û birçî man. Êdî ti çareyên me yên din tinebû, em reviyan. Em Ereb di tevahî dîrokê de bi Kurdan jiyan. Ti pirsgirêkên me bi Kurdan re tineye. Em tenê dixwazin vegerin ser axa xwe. Eger zilma DAIŞ’ê nebûya em nedireviyan û di konan de nedijiyan. Em heft saetan meşiyan, di rê de em û DAIŞ’ê li hev rast nehatin. Eger komek DAIŞ’ê jî derketa pêşiya me teqez wê me bikuştana. Êdî kêm jî be em hinekî hizûrê dixwazin.”

Abdûllah Xelaf Mehdî bal kişand ku dema Hewîce ket bin kontrola DAIŞ’ê guleyek jî neteqiyayeê.

...