Kameramanê IMC TV ê birîndar bû Tekîn: Bi erdê ve kaş kirin û pihîn li min dan
Kameramanê IMC TV Refîk tekîn ê duh li Cizîrê bi guleya hêzên dewletê birîndar bû diyar kir, ku piştî birîndar bû, polîsan ew bi erdê re kaş kirine û pihîn li wî dane.
Kameramanê IMC TV Refîk tekîn ê duh li Cizîrê bi guleya hêzên dewletê birîndar bû diyar kir, ku piştî birîndar bû, polîsan ew bi erdê re kaş kirine û pihîn li wî dane.
Li navçeya Şirnex Cizîrê, berxwedana gel a li dijî tank û topan di roja 39. de ye. Ji bo rakirina cenaze û birîndaran duh girseya gel ku di nav de Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz, Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Konûr û endamên çapemeniyê jî hebûn, çûbû taxa Cûdî. Girseya gel piştî ku cenaze û birîndar rakir, li kolana Nisêbînê rastî gulebarana hêzên dewletê hat. Di vê êrîşê de 10 kes birîndar bûbûn. Ji van birîndaran Endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê Abdulhamît Poçal û Selman Erdogan jiyana xwe ji dest dabûn. Yek ji birîndaran jî kameramanê IMC TV yê nûçe dişopand Refîk Tekîn e, ku ji lingê xwe yê çepê birîndar bû. Ajansa nûçeyan a dewleta Tirk "Anadolû Ajansi" ev êrîşa hêzên dewleta Tirk bi serenavê "Li Cizîrê 9 terorîstên birîndar revandin, birîndar bûn" weşandibû û medya Tirk jî ev nûçe bi vî rengî weşandibû.
Tekîn ê ku niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê tê dermankirin, êrîş vegot. Tekîn anî ziman ku wî girseya gel a dimeşiya taxê dişopand û got, "Ez li nava girseyê bûm. Min dîmen dikişand. Piştî ku cenaze hatin rakirin û girse ber bi rêya Nisêbînê ve çû, bêyî ku hişyarî bê kirin, ji tank û maşînên zirxî gule hatin reşandin. Her kesî hewl da bireve cihekî. Min jî hewl da birevim. Lê belê pê hesiyam ku birîndar bûme û ketim erdê. Min xwe bi erdê re kaş kir û hewl da bikevim hundirê dikanekê. Li wê derê çend birîndar hebûn. Lê dengê çekan hînê dihat."
Tekîn diyar kir ku piştî birîndar bû, Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz û Hevşaredar Kadîr Konûr hatine cem wî û got, "Piştre bang li ambûlansê kirin. Ambûlansa Şaredariyê û ekîbên tenduristiyê hatin. Dema ku min dixistin nava ambûlansê, her çend min ji wan re got ku ez endamekî çapemeniyê me, polîsan li me didan. Hemû birîndarên li wê derê bi erdê re kaş kirin û dixistin ambûlansê. Bi erdê re kaş dikirin û pihîn li me didan. Pihîn li personelên tenduristiyê jî didan. Heqaret dikirin."
Tekîn nerazîbûn nîşanî ajansa nûçeyan a dewleta Tirk "Anadolû Ajansi" da û got, "Li vî welatî, terorîzekirina her tiştî bûye karekî gelekî sivik. Li welatekî ku akademîsyen, nivîskar û hunermend xayin tên îlankirin, pêkane ku rojnamevan jî di dema bicihanîna karê xwe de bê terorîzekirin. Em rojnamevanên bi karta çapemeniyê re dixebitin e. Cihê xemgîniyê ye ku saziyeke çapemeniyê min weke terorîst îlan bike û vê ji raya giştî re ragihîne. Êdî her kesî terorîst îlan dikin."