Onlu êrîşên dewleta Tirk ên li hember Şehîdgeha Dr. Baran û Sûna Çîçek bir meclîsê
Parlementerê HDP’ê Onlu diyar kir ku êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li hember şehîdgehan û navendên baweriyê, sucekî li dijî mirovahiyê ye.
Parlementerê HDP’ê Onlu diyar kir ku êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li hember şehîdgehan û navendên baweriyê, sucekî li dijî mirovahiyê ye.
Parlementerê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu têkildarî êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li hember şehîdgehan û navendên bawerî û îbadetê, pêşnûmepirsek da Serokwezîr Ahmet Davûtoglû.
Onlu got, "Şehîdgeha Dr. Baran û Sûna Çîçek, ku hestiyên pêşiyên me yên di Qirkirina Dêrsimê de hatin qetilkirin hene û Mala Cem, di 17'ê Cotmeha 2015'an de hatine bomekirin."
'KÊ FERMANA ÊRÎŞAN DAYE?'
Onlu ji Davûtoglû xwest bersiva van pirsan bide:
"Kê fermana bombekirina goristanê, Mala Cem û Mizgeftan daye?
Di qada navneteweyî de êrîşên li hemberî goristan, navendên bawerî û îbadetê dikeve çarçoveya sucê mirovahiyê. Têkildarî kesên ku ferman dane de lêpirsîn hatiye destpêkirin?
Bombardûmana li hember goristan û cihên îbadetê yên pîroz ên gelê Dêrsimê, ji bo tê çi wateyê?
Di êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî cihên pîroz û van êrîşên li Dêrsimê de, çi cudahî heye?
Têkildarî bombardûmana li hember goristan û cihên îbadetê nêrîna Serokê Karê Diyanetê çi ye?
Daxuyaniyên Serokwezîr ên têkildarî bombekirina meqamên pîroz û êrîşên li ser goristana de çi ye?
Berpirsariya Hikûmetê çiye?
Bi van êrîşan re peyameke çawa ji gelê Kurd re tê dayîn?"