Ji DEM-GENÇ'ê ji bo 'Meşa Mezin a Botanê' banga tevlîbûnê
Federasyona Komeleyên Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ), li dijî êrîşên AKP'ê yên ji bo qirkirinê, banga tevlîbûna li Meşa Mezin a Botanê li ciwanan kir.
Federasyona Komeleyên Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ), li dijî êrîşên AKP'ê yên ji bo qirkirinê, banga tevlîbûna li Meşa Mezin a Botanê li ciwanan kir.
DEM-GENÇ'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo Meşa Mezin a Botanê ya bi dirûşma "Ya ev dorpêçî wê bê şikandin û ji hev bê xistin, ya jî wê her der bibe Botan" tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di nava şert û mercên ku Rêber Apo çareseriya demokratîk bi israr ferz dikir de, dewleta AKP'ê ya faşîst bi awayekî durû ji hewldanên çareseriyê re got 'na' û qebûl nekir. Li hemberî vê yekê, gelê me yê welatparêz çareseriya xwe danî holê. Heman hêzên faşîst xwe li vê ranegirt, bi qetilkirina zarok, extiyar her kesî re hewl da bikeve nava bajarên Kurdan û li ser navê Kurd û Kurdistanê çi hebe, çi mirov û xweza, çi jî mizgeft û xanî dest bi tinekirina her tiştî kirin. Dema ku berxwedana gelê me ya li hemberî vê yekê mezin bû û polîsên AKP'ê têk çûn, konsepta 14'ê Kanûnê ket meriyetê. di çarçoveya vê konseptê de li şûna polîsên têk çûyê, artêş bi cih bû. Bi helîkopter, tank û topan re xwestin bajarên Kurdistanê bi erdê re bikin yek."
'WELATPARÊZÎ NE DENGDAYÎN E'
Di daxuyaniyê de têkildarî vê konseptê tespîta "Heman konsepta êrîşê ya li hemberî Kobanê ye" hat kirin û ev xal hat destnîşankıirin: "Nasnameya çeteyên êrîşî Kobanê kirin DAIŞ e, yên îro êrîşî Cizîr, Nisêbîn û Sûrê dike AKP ye. Xwedîderketina li Cizîrê xwedîderketina li welatparêziyê ye. Welatparêzî bi 'dengdayînê' name. Welatparêzî xwedîderketina li axa xwe, li mala xwe ye. Lewma em vê dibêjin; Eger em hinekî gelê xwe yê welatparêz nas dikin, eger em hinekî ciwanên xwe yên pêşeng nas dikin, belê wê her der bibe Kobanê!. Divê dost û dijmin her kes bi vê zanibe. Gelê me yê Bakur ê ku êrîşên li hemberî Kobanê beralî kir, di serî de Pirsûs wê her derê bike Kobanê û bi vê yekê re wê hemû hêzên kapîtalîst modernîst têk biçin."
DEM-GENÇ'ê got, "Eger îro Cizîr Kobanê ye, Nisêbîn Kobanê ye, hingî gelê me yê ji xwe re dibêje 'ez bi rûmet im, ez kurd im, ez mirov im' wê tevlî Meşa Mezin a Botanê bibe û her derê bike Kobanê."
'DIVÊ CIWAN DEST JI KAR Û DIBISTANÊ BERDE Û DAKEVE HOLANAN'
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Di pêvajoya serhildanên Kobanê de Kurd, Tirk, Çerkes her kes li hemû bajar, navçe û bajarokan bi deh hezaran mirov daketin kolanan, li hin cihan bi sed hezaran, bi mîlyonan herikîn kolanan. Ji sedî 90 ê vê girseyê ciwan bûn. Heman şert û merc îro jî hene. Roj ew roj e ku ciwan dest ji karên li înşaetan, navendên tekstîlê berdin û biherikin kolanan. Roj ew roj e ku ciwan dest ji zanîngeh û lîseyan berdin û bikerikin kolanan. Roj roja herikîna ber bi Botanê ve ye."
VEXWENDINA JI BO NISÊBÎNÊ
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "ji bo Meşa Mezin a Botanê ya bi dirûşma "Ya ev dorpêçî wê bê şikandin û ji hev bê xistin, ya jî wê her der bibe Botan" tê lidarxistin, bang li ciwanên şoreşger û demokrat hat kirin ku biherikin Nisêbînê.