Cenazeyên Reşît Eren (17) û Axîn Kanat (16) ên 19’ê Çileyê li Taxa Nûrê ji ber topa tankê li malê ket jiyana xwe ji dest dan, piştî karên otopsiyê anîn navçeya Silopiyayê.
Cenazeyên zarokan ên ji ber êrîşên zêde nikaribûn bên definkirin, bi cemedan bi rojan li mizgeftê dihat parastin. Piştî qedexe hat rakirin, cenazeyên zarokan ên şandibûn Şirnexê, piştî karên otopsiyê ji aliyê malbatan hat wergirtin.
Cenazeyê her du zarokan ên anîn Goristana Şehîdlîk a li Taxa Yenîşehîrê tevî dorpêça bi deha wesayîtên zirxî û tîmên taybet jî ji aliyê bi sedan hat pêşwazîkirin. Malbatên cenazeyên her du zarokan wergirtin, bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” ve cenaze sipartin axê.