'Xwestin ferdên malbatê yek bi yek qetil bikin'
Li navçeya Şirnex Silopiyayê, ferdên malbata Taybet Înan a ku di êrîşên qirkirinê de hate qetilkirin diyar kirin ku dema çûn Înan xilas bikin hêzên dewletê xwestin wan hemûyan yek bi yek qetil bikin.
Li navçeya Şirnex Silopiyayê, ferdên malbata Taybet Înan a ku di êrîşên qirkirinê de hate qetilkirin diyar kirin ku dema çûn Înan xilas bikin hêzên dewletê xwestin wan hemûyan yek bi yek qetil bikin.
Li navçeya Şirnex Silopiyayê, ferdên malbata Taybet Înan a ku di êrîşên qirkirinê de hate qetilkirin diyar kirin ku dema çûn Înan xilas bikin hêzên dewletê xwestin wan hemûyan yek bi yek qetil bikin û wiha gotin: "Em li saziyên dewletê geriyan ji me re digotin navnîşanê bidin dikarin biçin cenaze bigirin. Bi vî baweriyê Yusuf Înan ê ku çû hate qetilkirin. Cereke din li me geriyan gotin dikarin biçin cenaze werbigirin lê dîsa ji bo ku qetil bikin gulebaran kirin."
Li navçeya Şirnex Silopiyayê ku êrîşên hêzên dewletê 37 rojan berdewam kir dîmenên şer derketin holê. Wêneyê zilmê yê herî ber bi çav jî qetilkirina Taybet Înan (57) a dayika 11 zarokan bû. Cenazeyê Înan a ku 7 rojan li kolanê ma, kesên malbatê yên xwestin biçin cenaze werbigirin jî ji aliyê tîmên taybet û panzeran ve hatin gulebarankirin. Kesên malbatê yên bi saziyên dewletê ve hevdîtin pêk anîn û li ser vê yekê xwestin cenaze li kolanê werbigirin jî hatin gulebarankirin. Di encama gulebaranê de Yusuf Înan ê ji bo cenase bigire çû jî hate qetilkirin.
Ji cîranên Înan, Ahmet Kozay anî ziman ku Înan wê rojê ji ber êrîşan ketiye bodruma mala wan. Kozay destnîşan kir ku ji ber gulebaranê mal şewitiye, dema xwestiye biçe malê kontrol bike, çi kirine jî nekarîne Înan bidin rawestandin. Kozay da zanîn ku Înan ji wan re gotina "Ez sivîl im, pîr im dê gule bernedin min" bi kar aniye û xwestiye biçe malê, dema ku derketiye kolanê cu caran dengê çekê hatiye. Kozay got ku dema ji baxçe li derve mêze kirine cenazeyê Înan di rê de dîtine.
'DEMA ME XWEST CENAZE RAKIN, GULE LI ME REŞANDIN'
Halît Înan jî anî ziman ku hevsera wî ji mala cîranan xwestiye derbasî malê bibe, 50 metre dûrî wan tîmên taybet û panzeran gulebaran kirine. Înan destnîşan kir ku xwestine ji bo alîkariyê biçin lê tîmên taybet ew jî gulebaran kirine. Înan wiha axivî: "Piştre birayê min Yusuf Înan jî hate alîkariyê lê ew jî hate kuştin. Cenazeyê Taybet li wir 7 rojan li erdê ma. Bi tu awayî nehixtin em biçin bigirin. Em bi kê re axivîn, çareserî nebû. Em bi emniyetê re axivîn ji me re gotin navnîşanê bidin. Tevî ku agahiya wan hebû jî careke din gulebaran kirin. Vê carê jî bombe avêtin malên me. Dema em bi alên spî ve çûn bigirin dîsa gulebaran kirin. Di esasê xwe de dixwastin malbata me li wir kom bikin û bikujin."
'ME, EW KESÊ KU TAYBET KUŞT DÎT'
Aycan Înan jî bilêv kir ku jintiya wê ji ber êrîşan xwe spartiye mala cîran, kesên ku Înan qetil kirine 50 metre durî wan ji hundirê avahiya duqatî gule berdane. Înan destnîşan kir ku wan tîmê taybet ê ku Înan qetil kiriye dîtine û hewl dane bi alên spî cenazeyê jintiya wê bigirin lê vê carê ew jî hatine gulebarankirin, di encama gulebaranê de hevserê wê jî hatiye qetilkirin. Înan wiha axivî: "Dema ku em wan re diaxivîn ji me re digotin biçin cenaze begirin. Em diçûn vê carê me gulebaran dikirin. Me xwest bi ala spî ve cenaze werbigirin lê nebû. Li avahiya duqatî ya li pêşberî kolanê tîmên taybet hebûn. Dema em ji malê derdiketin gulebaran dikirin. Ji ber vê yekê em dernediketin. Em ê li pey vî zilmê bernedin. Em ê hesabê vê yekê bipirsin."
'PANZERAN PÊŞÎ LI AMBÛLANSÊ BIRÎN'
Înan got ku hem ji bo jintiya wê hem jî ji bo hevserê wê ambulans xwestine lê ambulans ji aliyê panzeran ve hatine astengkirin. Înan ev tişt anî ziman: "Hevserê min Yusuf jî ji bo cenazeyê Taybet bigire çû lê ew jî hate qetilkirin. Li ber malê ew kuştin, destur nedan ji malê derkeve. êvarê saet di 7'an de hevserê min birîndar kirin qasî 7 saetan birîndar ma. Ji ber ku nekarîn bibin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Dema ku me hem ji bo Taybet, hem jî ji bo hevserê min ambulans xwest, panzeran ambulans radiwestandin. Dema ku me hewl dida ku biçin wê derê vê carê jî gule li me reşandin."