Li Qamişlo pîrozbahiya xweseriyê destpê kir

Pîrozbahiya 2. salvegera damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê destpê kir.

Pîrozbahiya 2. salvegera damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê destpê kir.

Bi wesîleya 2. salvegera damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê li salona El-Rewabî ya bajarê Qamişlo bi amadebûna Nûnerên Hevserokatiya Kantonê, Nûnerên Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê, Meclisa Sûriya Demokratîk, hêzên QSD ê, Nûnerên ji eşîreyên Ereb û Kurd, hemû şandeyên Rêveberiyên Xweser ên Kantona Cizîrê, Nûnerên Partiyên di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, Partiyên Lêvegera Siyasî ya Kurd û Meclisa Yekîtiya Star a bajarê Herêma Helebê, şahiyê destpê kir.

Pîrozbahiyê bi deqekê rêzgirtinê destpê kir. Pîrozbahî bi stranên kom û hunermendan û axaftinên beşdaran didome.