Encu: Heta azadiyê em ê li ber xwe bidin!

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu da xuyakirin, ku gelê Silopiyayê yê 37 roja li dijî zilma dewletê li ber xwe da, heta dawiyê wê li ber xwe bide û got, "Em ê her li ber xwe bidin. Heta berxwedanê em ê li ber xwe bidin."

Li navçeya Şirnex Silopiyayê, gelê ku 37 rojan li dijî tank, top û çekên giran ên dewleta Tirk li ber xwe da, bi ser ket. Girseya gel, ku di nav de Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Aycan Îrmez û Ferhat Encu, Hevşaredar Emîne Esmer û Seyfettîn Aydemîr, hevserokên DBP û HDP'ê jî hebûn, li yek ji taxên berxwedanê taxa Zapê, ji bo daxuyaniyê bide çapemeniyê li hev civiya. Daxuyanî ji aliyê Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu ve li Meydana Zapê hat dayîn. Encu da xuyakirin ku Silopiya ev 39 roj in hatiye dorpêçkirin û anî ziman ku her çend qedexe bi qismî hatibe rakirin jî lîstikên kirêt ên dewletê û polîtîkayên qetlîamker ên AKP'ê hînê didomin.

Encu diyar kir ku ev sê roj in ew li taxan digerin û hînê cenazeyên wan ên nehatine veşartin hene û got, "Li vê derê li dijî mirovahiyê sûc hat kirin. Dewlet û AKP ku bi tank û topan bersiv dan vîn û daxwaza xwerêveberiyê ya gel, 27 mirovên me qetil kirin. Li vê derê, li taxa Zapê û li taxên din ên berxwedanê, malek nîne ku derb nexwariye. Ev 37 roj in me bi xwe dît bê li vê derê çi qewimî. Weke HDP, ev yekê lenet dikin. Em ê ti carî yên me qetil kirine, ji bîr nekin."

Encu da zanîn ku weke nûnerên gel ew her tim li cem gel in û heta dawiyê ew ê li ber xwe bidin. Encu ragihand, ku gelê Silopiyayê yê 37 rojan li hemberî zilma dewletê li ber xwe da wê heta dawiyê li ber xwe bide û got, "Em ê birînên xwe bi xwe bipêçin. Weke HDP em ê vê hovîtiyê bigihînin platformên navneteweyî. Bang li hemû rêxistinên civakî yên sivîl û raya giştî dikim! Piştgiriyê bidin gelê Silopiyayê. Em careke din dibêjin ku em li cem gelê Silopiyayê ne. Em ê her li ber xwe bidin. Heta azadiyê em ê berxwedana xwe li her derê bidomînin. Em ê azad bibin, em bang li hemû gelên dixwzin azad bibin dikin ku piştgiriyê bidin gelê Silopiyayê. Yên ku ev polîtîka li hemberî me meşandin, roj wê bê, ew ê hesabê van hemûyan bidin."