Ziyaretkirina rojnamevanê birîndar jî qedexe ye

Ziyaretkirina kameramanê IMC TV Refîk Tekîn ê li Cizîrê bi guleya hêzên dewletê birîndar bû, niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê tê dermankirin, bi îdîaya 'der heqê wî de biryara girtinê heye' hat qedexekirin.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, berxwedana gel a li dijî tank û topan di roja 39. de ye. Ji bo rakirina cenaze û birîndaran duh girseya gel ku di nav de Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz, Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Konûr û endamên çapemeniyê jî hebûn, çûbû taxa Cûdî. Girseya gel piştî ku cenaze û birîndar rakir, li kolana Nisêbînê rastî gulebarana hêzên dewletê hat. Di vê êrîşê de 10 kes birîndar bûbûn. Yek ji birîndaran jî kameramanê IMC TV yê nûçe dişopand Refîk Tekîn e, ku ji lingê xwe yê çepê birîndar bû. Tekîn ê li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat emeliyatkirin û tedawiya wî dewam dike, destûr nayê dayîn ku bê ziyaretkirin.

Nûnerê IMC TV yê Herêma Amedê Farûk Balikçi û kameramanê IMC TV Gokhan Çetîn xwestin Tekîn ziyaret bikin, lê belê polîsan bi îdîaya "der heqê wî de biryara girtinê heye" nehiştin wî ziyaret bikin.

Polîs li ber deriyê odeya Tekîn lê ye, nobedê digire.