Gele Hezexê: Em ê li dijî êrîşan li ber xwe bidin

Welatiyên Hezexê li dijî êrîşên dewletê yên li hemberî navçeyên ku xwerêveberî îlan kirine û polîtîkayên qatlîamê nerazîbûn nîşan dan bang li hemû kesan kirin ku li dijî van êrîşan têbikoşin.

Welatiyên Hezexê li dijî êrîşên dewletê yên li hemberî navçeyên ku xwerêveberî îlan kirine û polîtîkayên qatlîamê nerazîbûn nîşan dan bang li hemû kesan kirin ku li dijî van êrîşan têbikoşin. Welatiyên navçeyê diyar kirin ku ew ê heta dawî li ber xwe bidin û ciwan û malên xwe wê ti caran neterikînin. 

Welatiyên li navçeya Hezexê ya Şirnexê li dijî êrîşên qirkirinê ku dewlet li Kurdistanê dimeşîne bi hefteyan e didome. Hema her roj li navçeyê ji bo piştevaniya Cizîr û Sîlopiyê meş tê lidarxistin. Welatiyan diyar kirin ku ew ê piştgiriya ji bo berxwedanê bidomînin û tu caran malên xwe neterikînin. 

Welatiyê bi navê Haci Mustafa Muzerîk wiha got: "Di her saetên rojê mala me gulebaran dikin. Em her tim bi mirinê re rû bi rû ne. Em gel in."

'DUH HÎZBÛLLAHÊ MALA ME XERA DIKIR, ÎRO AKP DIKE'

Muzerîk bilêv kir ku di salên 90'an de Hîzbullahê malên wan û tiştên wan xira dikirin û îro jî ji aliyê AKP a ku xwedî heman ferasetê ye êrîşî malên wan tên kirin. Muzerîk anî ziman ku AKP û Hîzbullah heman polîtîkayê dimeşînin ligel her tiştî ew ê li dijî van êrîşan serê xwe netewînin û malên xwe neterikînin. 

'EM Ê ÇAWA BI DEWLETÊ BAWER BIN'

Cemîl Demîr jî anî ziman ku dewleta tirk dixwaze gelê kurd ji axa xwe lê dijî derxîne û wiha berdewam kir: "Dixwazin me ji mal û axa me bi zorê derxîne û dibêjin li cihê ku hûn biçin dewletê alîkariyê bide. Lê dewletê jibilî qatiltirinê tişken ji bo me nekiriyê. Zarokên me dikujin. Em çaya baweriya xwe bi dewletê bînin. Em ji vir derkevin biçin kû derê?"

Demîr diyar kir ku çi dibe bila be ew ê mala xwe neterikînin û ew ê li cem ciwanên ku li dijî hêzên dewletê taxên xwe diparêzin bin.

Welatiya bi navê Şukriye Yildiz jî anî ziman ku di her saetê rojê de mala wan ji aliyê hêzên dewletê ve tê gulebarankirin û her tim bi mirinê re rû bi rû ne. 

Yildiz anî ziman ku ew gelê qedîm ê li ser vî axê dijîn e û wiha axivî: "Gelo Erdogan dixwaze çi bike? Dixwaze me hemûyan bikuje, bila bikuje lê em li vir li ser axa xwe bimirin jî em ê li axa xwe bimirin. Bila Erdogan vê yekê wisa bizanibe."