Li Cizîrê jinek birîndar bû
Li Cizîrê ku dorpêçî û terora dewletê lê dewam dike, ji ber guleyên polîsên Tirk li taxa Sûrê jineke bi navê Hêlîn Oncu birîndar bû.
Li Cizîrê ku dorpêçî û terora dewletê lê dewam dike, ji ber guleyên polîsên Tirk li taxa Sûrê jineke bi navê Hêlîn Oncu birîndar bû.
Berxwedana Cizîra Botan a li dijî terora dewleta Tirk di roja 39. de dewam dike. Hêzên dewleta Tirk duh bi şev jî bi tank û topan êrîşî taxa Cûdî kirin. Her wiha bi maşînên zirxî gule li taxê hatin reşandin. Hêzên YPS'ê jî bersiv dan êrîşan. Li gorî agahiyan, êrîşa bi top û tankan li taxa Sûrê giran e.
Di êrîşa danê sibehê ya bi maşînên zirxî de jina bi navê Hêlîn Oncu (20) birîndar bû. Ji ber ku êrîşên dewleta Tirk dewam dikin, gel nikare Oncu rake nexweşxaneyê, lewma bi xwe hewl dide wê li malekê derman bike. Hat ragihandin ku Oncu xwendekara zanîngehê bû û ji bo serdanê hatibû Cizîrê, lê belê ji ber qedexeyê nikaribû ji navçeyê derkeve.
Li aliyê din, hêzên dewleta Tirk li Sûka Elepxane ya li taxa Dagkapi, derabeyên dikanan bi zorê şikandin û li nava dikanan lêgerîn kirin.
Li gundê Çavûşlû jî hêzên dewletê danê sibehê avêtin ser malan û welatiyê bi navê Weysî Yildiz binçav kirin.