Rûsya: Divê Enqere dest ji polîtîkaya xwe ya qetilkirina Kurdan berde

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsya Mariya Zaharova piştgiriya danezana ‘Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê Kir’, wiha got: “Divê Enqere êdî dest ji polîtîkaya xwe ya qetilkirina Kurdan berde.”

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsya Mariya Zaharova piştgiriya danezana ‘Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê Kir’, wiha got: “Divê Enqere êdî dest ji polîtîkaya xwe ya qetilkirina Kurdan berde.”  

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Rûsya Spûtnîkê, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsya Mariya Zaharova di civîna çapemeniyê ya li Moskovayê diyar kir ku Tirkiye piştgiriya komên terorîst ên li Sûriyeyê dike. Zaharova aşkera kir ku leşkerên Tirk gelek caran derbasî Sûriyeyê bûne.

‘TIRKIYE PIŞTGIRIYA ÇETEYAN DIKE’

Zaharova bal kişand ku Tirkiye piştgiriya çeteyan dike, agahî da ku beriya hevdîtinên Cenevre ya wê aliyên Sûriyeyî bên cem hev, li Sûriyeyê komên terorîst faaliyetên xwe zêde kirine. Zaharova got li Helebê hin komên terorîst piştgiriyê ji Tirkiyeyê digirin.

‘DIKARIN HIN NUQTEYÊN LI SÎNORÊN TIRKIYEYÊ BAŞ TÊ PARASTIN BIKAR BÎNIN’

Zaharova da xuyakirin ku destên derve cebilxane û çekan ji komên terorîst ên li Sûriyeyê peyda dikin, hişyarî kir ku komên terorîst dikarin hin nuqteyên li sînorê Sûriye-Tirkiyeyê baş tê parastin bikar bînin.

 ‘DIVÊ ENQERE DEST JI QETILKIRINA KURDAN BERDE’

Zaharova têkîldar qirkirina li Kurdistanê, xwest ku Enqere dest ji polîtîkaya xwe ya ‘qetilkirina’ Kurdan berde. Zaharova herî dawî ragihand ku piştgiriya akademîsyenên danezana ‘Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê” îmze kirine dikin.