Li Nisêbînê çalakiya nobedê destpê kir
Girseya gel a li ser banga DBP'ê ya Meşa Botanê ji Mêrdîn û Wanê hat Nisêbînê, li dijî dorpêçî û êrîşên dewletê, dest bi çalakiya nobedê kir.

Endamên rêxistinên DBP û HDP ên bajar û navçeyên Wan û Mêrdînê, Hevşaredar û Meclîsên Dayikên Aştiyê yên Wan û Mêrdînê hatin Nisêbînê.
Girseya gel li ber Navenda Çandê ya Mîtanî ya Nisêbînê ji aliyê bi sedan kesî ve hatin pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê Hevserokê DBP'ê yê Mêrdînê Omer Ocalan daxuyaniyek da çapemeniyê.
Omer Ocalan da xuyakirin, ku bi welatiyên ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bên re ew ê ber bi Cizîrê ve bimeşin. Omer Ocalan bal kişand ser êrîşên hêzên dewletê ku gihaştine asta wehşetê û got, "Li Kurdistanê mirov tên qetilkirin. Li vê derê hiqûqa dijminatiyê tê birêvebirin. Mirov bi birîndarî li malên xwe tên dorpêçkirin. Birîndar nayên dermankirin. Ti wateya gotinê nemaye."
Ocalan anî ziman ku beriya Meşa Botanê ya li dijî komkujiyên tên kirin, ew ê li taxa Girê Mîra dest bi çalakiya nobedê bikin û piştî nobedal şevekê ew ê ber bi Cizîrê ve derbasî qadeke din bibe û nobeda xwe li vir bidomîne. Ocalan destnîşan kir, ku ew ê bi vî rengî ber bi Cizîrê ve bimeşin û hewl bidin dorpêçiyê bişikînin.
Di dema daxuyaniyê de Endama Meclîsa Şaredariya Artûklû Fazîlet Yildirim û aktîvîsa KJA Haznegul Ayazkapan û Sûltan Bîngul Çîçek ji aliyê polîsan ve bi îdîaya 'gumana maqûl' hatin binçavkirin. Her sê jin piştî kontrolan nasnameyê hatin berdan.
Piştî daxuyaniyê girseya gel ji bo girtina nobedê berê xwe da taxa Girê Mîra.