Ji bo Huseyîn Paksoy ê tevî biryara tedbîrê ya DMME jî ji ber astengiya polîsan nehat girtin û jiyana xwe ji dest da, îro li konê sersaxiyê yên li Taxa Yeşîlyova ya navçeya Qileban a Şirnexê mewlûd hat dayîn. Di mewlûdê tevî rêxistinên HDP, DBP, endamên MEYA-DER, Hevşaredarên Qileban, endamên Meclîsa Giştî ya Bajar, Meclîsa jin û gund, bi hezaran kes amade bûn.
Piştî rêzgirtina deqeyekê ya ji kesên di têkoşîna azadiya de jiyana xwe ji dest dane, dirûşmeyên, “Şehîd Namirin” hatin qîrkirin. Di mewlûdê de Hevserokê HDP’ê yê Navçeyê Mesût Paksoy axivî, sersaxî ji malbat û gelê Kurd re xwest. Paksoy biryara DMME ya tedbîrê bi bîr xist û wiha got: “Bi zanebûn ji mirinê re hiştin. Lê çi dibe bila bibe em ê ji doza xwe ya mafdar veneqetin.”
Bavê Huseyîn Paksoy Mehmet Paksoy jî ji gelê Kurd re sersaxî xwest û wiha got: “Şehîdê Kurdistanê ye.”