Li Hezexê, ku bi rojane li dijî êrîşên dewletê yên li hemberî Botanê li ser piyan e û vîna xwe ya xwerêveberiyê nîşan da, dewletê dest bi dorpêçiyê kir. Ji liv û tevgera hêzên dewletê tê fêmkirin, ku amadekariya êrîşan tê kirin.
Hat ragihandin, ku polîsên bi maşînên zirxî li nava navçeyê digerin, bi awayekî bêsedem mirovan disekinînin, li ser wan digerin, dest datînin ser telefonên wan û parvekirinên wan ên di medya civakî de kontrol dikin. Di nava du rojan de zêdeyî 30 kes bi awayekî kêfî hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku hêzên dewleta Tirk îro jî dor li navenda çandê ya Şaredariya Hezexê girtine û ji xebatkarên navendê xwestine ku mifteyên navendê radestî wan bikin.
Li aliyê din, ji personelên tenduristiyê hat xwestin ku mala xwe bar bikin lojmanên dewletê yên li nêzî nexweşxaneya dewletê.