Li Ewropayê çalakiyên edaletê
Ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiyên 'em edaletê dixwazin' ên li bajarên Ewropayê tên lidarxistin, duh jî dewam kirin.
Ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiyên 'em edaletê dixwazin' ên li bajarên Ewropayê tên lidarxistin, duh jî dewam kirin.
Ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiyên 'em edaletê dixwazin' ên li bajarên Ewropayê tên lidarxistin, duh jî dewam kirin.
VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi pêşengiya Komeleya Jinên Kurd AVESTA; li ber Konsolosxaneya Fransayê tevî hewa sar jî çalakiya protestoyî hat lidarxistin. Li vê derê daxuyaniyek hat dayîn û ji hikûmeta Fransayê hat xwestin, ku ji bo ronîkirina komkujiyê gavên pêwîst biavêje. Di çalakiya ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PYD, PKK, Ciwanên Azad, KJB hatin vekirin de, belavokên bi zimanê Elmanî yên li ser komkujiya Parîsê hatin belavkirin.
DEN HAAG: Saziya Malbatên Şehîdan û Windahiyan (KOMAW), li bajarê Hollanda Den Haagê, ji bo sê jinên şoreşger çalakiya nobedê pêk anî. Di çalakiyê de hat ragihandin, ku her çend di ser komkujiyê re zêdeyî 3 sal derbas bûne jî, dewleta Fransayê hînê daxuyaniyeke têrker nedaye.
STRASBOÛRG: Komkujiya Parîsê, li ber Walîtiya Bas-Rhîn a li Strasboûrgê hat protestokirin. Di çalakiya ku malbatên şehîdan lê amade bûn de, bavê Fîdan Dogan Hasan Dogan axivî. Dogan got, "Em ketin sala çaran, lê belê hikûmeta Fransayê hînê agahiyeke zelal nedaye me. Lewma edaleta li Fransayê bi tenê ji bo Fransiyan derbas dibe, ji bo Kurdan derbas nabe." Çalakî piştî xwendina belavokê, bi dawî bû.
BRUKSEL: Kurdistaniyên li ber Sefaretxaneya Bilind a Fransayê ya li Brukselê li hev civiyan, xwestin komkujiya li Parîsê bê ronîkirin û polîtîkayên qetlîamker ên AKP'ê şermezar kirin. Di çalakiya ku bi qasî saetekê dewam kir de, li dijî Erdogan û AKP'ê dirûşmeyên şermezarkirinê hatin qîrîn.
FRANKFÛRT: Li bajarê Elmanya Frankfûrtê, bi pêşengiya Malbatên Şehîdan li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li Bockenheîmar çalakiya "em edaletê dixwazin" hat lidarxistin. Ji bajarên Frankfûrt, Hanaû, Offenbach û Russelsheîmê, tevî hewa sar jî gelek kes beşdar bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê Malbatên Şehîdan Delal Alpaslan axivî û anî ziman ku dewleta Fransayê bi hevkariya dewleta Tirk re dixwaze ser Komkujiya Parîsê bigire. Alpaslan diyar kir ku weke malbatên şehîdan ew ê dest ji vê dozê bernedin û bang li hikûmeta Fransayê kir ku bi lezgînî gavan biavêje. Çalakgeran ji bo meşa roja Şemiyê ya li Frankfûrtê banga tevlîbûnê kirin.