Li Eyn Dîwarê berxwedana li Bakurê Kurdistanê hat silavkirin

Ji Dêrik û navçeyên wê, Girkê Legê û Tirbespiyê bi sedan kes herikîn ser xetê û berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê silav kirin.

Bi sedan kes ji gelê bajarê Dêrik û gundewarên wê, Girkê Legê, her wiha nûnerên Saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Saziyên Civaka Sivîl berê xwe dan gundê Eyn Dîwarê yê li ser sînorê  Rojava bi Bakurê Kurdistanê re ye û berxwedana Bakur silav kirin.

Çalakvanên li ser sînor alên Kurdî, wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşeran hildan.

Dema ku çalakvan gihîştin gundê Eyn Dîwarê yê li hember Cizîra Botan, dirûşmên "Bijî berxwedana Bakur" qîriya û bi bilindkirina alên Kurdî re piştgiriya xwe ji gelê Bakur re nîşan dan.

Gel li ser sînor çalakiya piştgiriyê dewam dike.