KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Sariyildiz: Birîndar xwînê winda dikin
Hat diyarkirin ku 3 birîndarên bi Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê û yên pê re anîn Taxa Dagkapi, ji ber herîkîna xwîna zêde xeteriya wan a jiyanî heye. -
Xwepêşandêran li Seyîdsadiq 2 buroyên PDK’ê şewitandin
Xwepêşandêran çalakî li ser buroyên PDK’ê yên navçeya Seyîdsadiq li dar xistin, 2 buroyên PDK’ê dan ber agir. -
Li Îzmîrê ‘Însiyatîfa Sivîl a Spî’ hat avakirin
Li Îzmîrê 113 rêxistinên civaka sivîl ên di bin navê ‘Însiyatîfa Sivîl a Spî’ hatin cem hev, bi serenavê ‘Bê bertek mayîn, wê rojekê mexdûr bike. Bila mirov nemirin’ danezan weşandin. -
Jinên Stewrê ji bo berxwedana Botanê meşek pişgtiriyê li dar xist
Jin li Stewrê di pêşengtiya KJA ‘ê de êrîşên qirkirinê û pêkanînê qetlîamê yên li ser Kurdistanê bi meşekê protesto kirin. Jinan berxwedana xwerêveberiya gelê Sûr û Botanê jî silav kirin. -
Cizîriyên bi zorê hatin koçkirin, wesayîtên ‘alîkariyê’ yên Walîtiyê dan ber keviran
Cizîriyên ji ber êrîşên giran ên dewletê ji neçarî ji Cizîrê koçî Basa kirin, alîkariyên Walîtiya Şirnexê qebûl nekirin. Gel bi keviran “wesayîtên alîkariyê” yên walîtiyê ji taxê derxistin. -
Li Cizîrê polîsên Tirk birîndarên di ambûlansê de derb kirin
Girseya ku ji bo birîndaran ji Cizîrê rakin ber bi Taxa Cûdiyê ve ketin meşê, di encama gulereşandinê de ambûlansa ku wê birîndar ji taxê rakiribûya ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. -
DBP’ê ji bo ‘Meşa Botanê ya Mezin’ banga tevlîbûnê kir
Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo ‘Meşa Botanê ya Mezin’ ji meclîsa partiyê, rêveberiyên bajar- navçe, hevşarederiyan, endamên meclîsê, meclîsên jin û ciwanan re tamîm şand. -
Ji ‘Ciwanên Apoyî’ banga çalakiyan
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ‘Niha ne dema axaftinê, nîqaşê ye, dema çalakiyê ye’, di serî de metropol hat xwestin ku her der veguhere qada çalakiyê. -
‘Ji ber bavê min li dijî dewleta Tirk bi ser bilindî sekinî hat qetilkirin’
Cenazeyê Seyda Hasan Sanir (75) ê 25’ê Kanûnê li Silopiyayê dema ji bo xurekan ji zarokên xwe re bîne derket qatê 2. ê mala xwe ji aliyê tîmên taybet ên Tirk hat qetilkirin, 12 rojan li xwaringeha mala bû hedefa guleyan hat rawestandin. -
Ji Demîrtaş ji bo Cizîrê banga lezgîn
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji bo Cizîrê bang li hikûmetê kir. Demîrtaş bang li gel jî kir ku li dijî şerê qesrê dengê xwe bilind bike û got, "Divê gelê me bi hemû çalakiyên demokratîk ji vê yekê re bibêje rawest e." -
3 kesên di gulereşandina li Cizîrê de birîndar bûn hînê nehatine rakirin
3 kesên ji ber guleyên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin reşandin birîndar bûn, hînê li maleke li Kolana Nisêbînê ne û hêzên dewletê nahêlin ku gel birîndaran rakin nexweşxaneyê. -
Li Elmanyayê çalakiyên Kurdan û dostên wan ên li dijî komkujiyê didomin
Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanyayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina êrîşên AKP'ê yên bi armanca qirkirinê, didomînin. -
Ji bo Îke yê YPG'yî konê serxweşiyê hat vedan
Ji bo şervanê YPG'ê Hasan Îke yê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, li Şirnexê konê serxweşiyê hat vedan. Parlamenterên HDP'yî jî di nav de bi hezaran kesî kon ziyaret kirin. -
Sariyildiz: Dewlet guleyan li me û cenazeyên me direşîne
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz da xuyakirin, ku gulebarana li hemberî wan hînê dewam dike û got, "Ya niha li Cizîrê diqewime, wehşet e." -
'Bila aqûbeta Orhan nebe mîna ya Huseyîn'
Malbata Orhan Tûnç ê berî du rojan li Cizîrê bi guleya polîsan birîndar bû û DMME der barê wî de biryara tedbîrê stend, lê belê hînê ranekirine nexweşxaneyê got, "Bila aqûbeta Orhan nebe mîna ya Huseyîn." -
Sariyildiz û yên pê re bûne hedefa êrîş û bomberdûmana hêzên dewletê
Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz û yên pê re, ji bo rakirina cenaze û birîndarên li Cizîrê ketin nava hewldanan, lê ji ber êrîşa çekdarî ya hêzên dewletê neçar man xwe li malê bigirin. Mala Sariyildiz tê de ye rastî gule û hawanên dewletê tê. -
Berekat: Xebat û xizmetên me yên li ser bingeha biratiya gelan wê bidomin
Rêveberiya xweseriya demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê dikeve sala sêyemîn. Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê, xebat û xizmetên xwe yên ji bo civakê, ji her alî ve bi fedekariyeke mezin didomîne. -
Li Erxeniyê 3 zarok û ciwanek hatin girtin
Li Erxeniyê 3 zarok û ciwanek bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin. -
Li Cizîrê, gelek birîndar rakirin nexweşxaneyê
Li Cizîrê 4 birîndarên ji taxa Cûdî hatin rakirin û herî kêm 10 kesên di dema rakirina cenazeyan de ji ber guleyên hêzên dewletê birîndar bûn, sewqî nexweşxaneyê hatin kirin. 3 cenaze jî hînê li cihê gule li gel hatiye reşandin, li naverastê ne. -
Kameramanê IMC TV birîndar bû
Kameramanê IMC TV Refîk Tekîn, ku li taxa Cûdî ya Cizîrê dema dîmenê girseya gel a diçû birîndaran rake dikişand, birîndar bû. -
Li Cizîrê Serhat Altûn jiyana xwe ji dest da, girse tê gulebarandin
Li Cizîrê girseya ji bo girtina birîndaran ber bi Taxa Cûdî kete tevgerê hat gulebarankirin, hat diyarkirin ku gelek birîndar hene. -
Hevserokê HDP'ê yê Şemzînanê ev hefteyeke di hucreyê de tê ragirtin
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, polîsên Tirk ji 14'ê Çileyê û vir ve Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Şemzînanê Geylanî di hucreyê de radigirin. -
Cenazeyên Şinik û Kaymaz şandin Cizîrê
Cenazeyên Hayrettîn Şinik û Mehmet Ridvan Kaymaz ên li Cizîrê hatin qetilkirin, piştî otopsiyê şandin Cizîrê. -
Hiso: Desteka ji bo Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Rojavaya Xweser û Sûriyeya nû ye
Serokê Desteya Rêveber a Kantona Cizîrê ya Rêveberiya Xweser Hiso diyar kir, ku Şoreşa Rojava ji bo gelên herêmê û cîhanê bûye çavkaniya hêviyê û destnîşan kir, ew ji aliyê siyasî-dîplomatîk ve bûne mûxatab. -
Malbatên zarokên wan hatin qetilkirin: Divê sekna bi wijdan a akademîsyenan bê destekkirin
Malbatên ku zarokên wan di terora dewletê ya li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan bang kirin û gotin, "Yên li hemberî kuştina zarokan deng nakin, ew şirîkên heman sûcî ne."