Li Cizîrê polîsên Tirk birîndarên di ambûlansê de derb kirin

Girseya ku ji bo birîndaran ji Cizîrê rakin ber bi Taxa Cûdiyê ve ketin meşê, di encama gulereşandinê de ambûlansa ku wê birîndar ji taxê rakiribûya ji aliyê polîsan ve hat rawestandin.

Ambûlansa girêdayî Şaredariya Cizrîrê danê sibehê ji bo rakirina 3 birîndarên li Cizîrê çûn taxê, ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat rawestandin û derbkirin.

Girseya ku ji bo birîndaran ji Cizîrê rakin ber bi Taxa Cûdiyê ve ketin meşê, di encama gulereşandinê de ambûlansa ku wê birîndar ji taxê rakiribûya ji aliyê polîsan ve hat rawestandin.

Ambûlansa ku li qereqola polîsan nêzî qonaxa hikûmetê da rawestandin, piştî ku nasnameyên her 3 birîndaran qontrol kirin, ajokarê ambûlansê derb kirin.