DBP’ê ji bo ‘Meşa Botanê ya Mezin’ banga tevlîbûnê kir

Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo ‘Meşa Botanê ya Mezin’ ji meclîsa partiyê, rêveberiyên bajar- navçe, hevşarederiyan, endamên meclîsê, meclîsên jin û ciwanan re tamîm şand.

DBP’ê di tamîm ji tevahî hevbirên xwe re şand de wiha got: “Li tevahî herêman, neçariyeke ku divê bikevin nav seferbertiyekê û çalakiyên vê qetlîamê rawestînin bên lidarxistin.” Di tamîmê de biryara Meşa Botanê ya Mezin hat aşkerakirin.

Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo ‘Meşa Botanê ya Mezin’ ji meclîsa partiyê, rêveberiyên bajar- navçe, hevşarederiyan, endamên meclîsê, meclîsên jin û ciwanan re tamîm şand.

Tamîma bi serenavê, “An wê ev dorpêç bişkê û belav bibe an jî wê her der bibe Botan’ wiha dewam dike:

‘BÊDENGBÛYIN NABE!’

“Her roj bi dehan sivîl-mirovên me yên bê parastin, bêyî cudahiya jin, zarok, pitik, kal bê kirin dimirin-tên kuştin.

Bi armanca avakirina rejîma yek zilamî ve li dijî gelê me şer hatiye îlankirin, her roj ev şer girantir dibe û bêyî ti pîvana nas bike didome.

Heta niha ji 500’î zêdetir jin, zarok û pitik di vî şerê qirêj û bê pîvan de jiyana xwe ji dest dane. 

Kî li ber vê jî rabe hewl didin bi rêya girtin, tehdît, zext û hwd. bitepisînin. 

Partiya me û tevahî hêzên demokrasiyê li dijî vî şerê neheq û bê pîvan, ji bo rawestandina şer, sekinandina mirinan, li pêvajoya aştiyê vegerandinê û bi armanca xwerêveberiya gelê me di nav hewldanek mezin de ye.

Lê divê bê gotin ku ev hewldanên me heta îro bandora pêwîst ava nekiriye û li ber çavên dewlet-hikûmetê bersiva xwe negirtiye.

Tevî giştî hewldan, lihemberderketina hêzên demokrasî yên Tirkiyeyê jî, qesr, hikûmet, dewlet di şer de bi israr in û mirin nayên bidawîkirin.

Bi taybet Cizîr, Silopiya, Sûr, Şirnex, Gever di bin tehdîda qetlîama komî û qirkirinê de ye û ev rewşa bi vê ve sînordar namîne, li tevahî navçe û bajarên Welatê me belav dibin.

Li hember vê tehdîda qetlîama komî û qirkirinê partiya me nikare bê deng bimîne…”

BIRYARA ‘MEŞA BOTANÊ YA MEZIN’

Di tamîmê de hat gotin ku “Li tevahî herêman, neçariyeke ku divê bikevin nav seferbertiyekê û çalakiyên vê qetlîamê rawestînin bên lidarxistin” û wiha dom kir:

“Rêveberiya me ya navenda giştî rewş bi her awayî nirxandiye û ji bo pêşîgirtina qetlîamê jî biryara seferbertiyê daye.

Ji bo vê tehdîda qetlîam û qirkirinê ji holê bê rakirin biryara Meşa Botanê ya Mezin me girtiye.

Wek Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk me tevahî planên xwe yên rûtin betal kirine, wek yek rojev ji bo pêşî li qirkirin û mirinên komî yên li Cizîr û Silopiyayê bigirin, biryara meşa mezin hatiye girtin. 

Tevahî rêxistinên me yên bajar û navçe, ji îro û şûn de wê tevahî planên xwe yên rojane betal bikin û dest bi amadekariyên Meşa Botanê ya Mezin bikin.

Tevahî bajar û navçeyên me bêyî şert û merc wê bi tevahî hêza xwe ji 7 heta 70 salî xwe ji vê meşa mezin û dîrokî seferber bike.”

QADÊ KOMBÛYINÊ: RÊYA ÎPEKÊ YA NISÊBÎNÊ

Di tamîmê de hat ragihandin ku qada kombûnê Rêya Îpekê ya Nisêbînê ye, wiha dewam kir: “Tevahî rêxistinên me yên bajar û navçe wê li gor vê amadekariyên xwe bikin. Tevahî rêxistinên me yên bajar û navçeyê yên tamîm girtin, wê ji navenda giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk re girtina tamîmê û dest bi amadekariya kirinê ragihinîn. Her wiha, rêxistinên me yên tamîm girtin dema amade bûn, bi awayekî kom bi kom divê bikevin nav liv û tevgerê.”

‘PÊWÎST E HER KES BEŞDARÎ MEŞÊ BÊ KIRIN’

DBP’ê xwest ku xebat tenê bi pêkhateyên rêxistinkirî re sînordar nemînin; tevahî rêxistinên civaka sivîl ên li bajar û navçeyan, rêxistinên girseya demokratîk tevlî vê xebat û meşê bên kirin.