Li ser 2 hezaran Cizîrî yên ji ber topbarana tankan a li ser esasê bi zorê koçkirina gel malên wan hatin hilweşandin, ji Cizîrê ku terora dewletê li didome, koçî Basa kirin. Cizîrî bi saya piştevaniya gelê Basa pêdiviyên van tên bicihanîn, qismek li pansiyonên li cihê sarincan hat bicihkirin. Gel li hember şandina “alîkariyê” ya Walîtiya Şirnexê ku kirekê fermî yê terora dewletê ye, bertek nîşan da. Gel bi keviran “wesayîtên alîkariyê” yên walîtiyê ji taxê derxistin. Cizîriyan diyar kirin ku wê ti alîkariyên dewletê ya sedema êrîşan e qebûl nekin, li hember terora dewletê jî bertekên xwe nîşan dan.