Sariyildiz û yên pê re bûne hedefa êrîş û bomberdûmana hêzên dewletê

Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz û yên pê re, ji bo rakirina cenaze û birîndarên li Cizîrê ketin nava hewldanan, lê ji ber êrîşa çekdarî ya hêzên dewletê neçar man xwe li malê bigirin. Mala Sariyildiz tê de ye rastî gule û hawanên dewletê tê.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Konûr ên bi girseya gel, ji bo rakirina cenaze û birîndaran çûn taxa Cûdî ya navçeya Şirnex Cizîrê, ji ber gulereşandin û bomberdûmana hêzên dewletê, ji neçarî xwe li jêrzemîna malekê girtin. Hêzên dewleta Tirk gule û bombeyan li vê malê dibarînin.

Tê gotin ku bi tankan bi zanebûn top li herêma mala Sariyildiz tê de ye tên barandin û xeterî heye di her kêliyê de Sariyildiz û yên li cem wê bên qetilkirin.

Topbaran ji tankan û gulereşandina bi çekên giran a ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve tê kirin, dewam dike.