Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji bo Cizîrê bang li hikûmetê kir. Demîrtaş bang li gel jî kir ku li dijî şerê qesrê dengê xwe bilind bike û got, "Divê gelê me bi hemû çalakiyên demokratîk ji vê yekê re bibêje rawest e."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Meclîsê ji bo malên ku parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz, hevşaredar, rojnamevan û welatiyên sivîl hene tên gulebarankirin û birîndarkirina bi dehan kesan de, daxuyanî da.
Demîrtaş banga kir ku dorpêçî bê rakirin û dest li bûyerên li Cizîrê were werdan. Demîrtaş bang li gel jî kir ku li dijî şerê qesrê dengê xwe bilind bike û got, "Divê gelê me bi hemû çalakiyên demokratîk ji vê yekê re bibêje rawest e."
Demîrtaş li dijî gulebarankirina gel nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Eger tiştek bi birîndaran bê berpirsyar Serokwezîr û hikûmet e."