Li Cizîrê, gelek birîndar rakirin nexweşxaneyê

Li Cizîrê 4 birîndarên ji taxa Cûdî hatin rakirin û herî kêm 10 kesên di dema rakirina cenazeyan de ji ber guleyên hêzên dewletê birîndar bûn, sewqî nexweşxaneyê hatin kirin. 3 cenaze jî hînê li cihê gule li gel hatiye reşandin, li naverastê ne.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, dewleta Tirk di pêkanîna sûcê şer de sînoran nas nake. Girseya gel danê sibehê ji bo rakirina cenaze û birîndarên li taxa Cûdî çû herêmê û cenazeyên Serhat Altûn, Ahmet Tûnç û Mehmet Kaplan tevî 4 birîndaran rakir kolana Nisêbînê.

HÊZÊN DEWLETÊ LI KOLANA NISÊBÎNÊ GULE LI GEL REŞANDIN

Dema ku girseya gel cenaze û birîndar gihand Kolana Nisêbînê, hêzên dewleta Tirk ji maşînên zirxî gule li gel reşandin. Li vê derê gelek kes birîndar bûn û girse ket nava malên li derdorê. Ji birîndaran herî kêm 10 kes bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. Birîndarên din jî li benda ambûlansê ne.

GULE LI HERÊMA GEL LÊ YE TÊ REŞANDIN

Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz, Hevşaredar û endamên Meclîsa Şaredariyê jî di nav de bi dehan kes li malên li vê herêmê asê mane. Hêzên dewleta Tirk guleyan li van malan direşînin.